Leşkerên Tirk 15 gundên Wêranşarê li çûn û hatinê qedexe kirin

Leşkerên Tirk, rêya 15 gundên Wêranşarê li çûn û hatinê girtin. Gundiyan xwestin dorpêçî derhal bê rakirin.

Li navçeya Riha Wêranşarê, rêya 15 gundan ji êvarê saet 18:30 heta danê sibehê saet 06:00 hat girtin. Leşkerên Tirk ji bo vê qedexeyê gotin 'ferman ji cihekî mezin hatiye'. Qedeya li van 15 gundan bi rengekî fiêlî dewam dike.

Gundiyan diyar kirin, bi hinceta êrîşa bombeyî li hemberî qereqola jendermeyan qedexe hatiye ragihandin û anîn ziman, bend li pêşiya gundiyan hatine danîn û destûr ji çûn û hatina wan re nayê dayîn.

Gundiyan gotin, "Çûn û hatina li 15 gundan, ji vê rêyê tê kirin. Mangesora jor, Mangesora jêr, Nêrgîzî, Beşo, Zok, Zikreş, Kerka Sexa û Poz bi tenê çend ji van gundan e. Em mexdûr in" û xwestin ev dorpêçî derhal bê rakirin.

Hat hînbûn, maşînên leşkerî heta danê sibehê saet 06:00 li pêşiya gund nobed girtine.