Koçber diherikin Efrînê
782 koçberên din ên ji ber çeteyan ji Şehba, Reqqa û Helebê reviyan, xwe li Efrînê girtin.
782 koçberên din ên ji ber çeteyan ji Şehba, Reqqa û Helebê reviyan, xwe li Efrînê girtin.
Pêla koçberiyê ya ji herêmên Şehba, Reqqa, Dêra Zor û Helebê ya ber bi Efrînê ve dewam dike. Rayedarên Asayîşa Kantona Efrînê dan xuyakirin, ku ji 22'ê Gulanê (duh) û vir ve 782 koçberên din hatine Efrînê.
Koçberên ku hatine ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî ve li Kampa Rûbar a Navçeya Şêrawa hatin bicihkirin. Hinek koçber jî diçin gel xizmên xwe yên ku ji berê ve li kantona Efrînê dimînin.
Hejmara koçberan her ku diçe zêdetir dibe, lê derfetên rêveberiya herêmê yên bersiva ji bo pêdiviyên koçberan gelekî kêm in.
Desteya Karûbarên Civakî ya Efrînê beriya niha gelek caran bang li saziyên mirovî kiribû ku alîkariyê ji koçberan re bişînin, lê heta niha bangên wan bêbersiv mane.