Kaplan ê ji aliyê leşkeran ve hat qetillkirin hat veşartin

Cenazeyê Samî Kaplan ê li gundê Bêmbo yê Şemzînanê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, hat veşartin.

Samî Kaplan ê li gundê Bêmbo yê navçeya Colemêrg Şemzînanên, roja 22'ê Gulanê ji aliyê leşkerên Tirk ve bi hinceta 'pêlana mekapa zer di piyê wî de ye' hat qetilkirin, hat veşartin.

Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, malbatê cenaze wergirt û danê êvarê anî gundê Bêmbo.

Li dû wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, girseya gel darbesta cenazeyê Kaplan hilgirt ser milan û anî gorsitana gund.

Di merasîmê de tevî rêveberên DBP û HDP'ê gelek welatiyên ji gundên derdorê amade bûn.

Girseya gel piştî veşartina cenaze, malbat ziyaret kir û sersaxî jê re xwest.