HDP’ê îtîraza encamên Kercewscê jî kir

Rêxistina HDP’ê yê Naçveya Kercewsê îtîraza encamên hilbijartina xwecihî ya li navçeyê kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kercews a êlihê îtîraza encamên hilbijartinê kir. Li gorî encamên ne fermî AKP’ê hezar û 611 deng û HDP’ê jî hezar û 568 deng wergirt. Di dema hejmartina dengan de li tevahiya navçeyê 252 deng hatin betal kirin. Rêxistina HDP’ê ya navçeyê hem ji ber zêdebûna zerfên pûsûlayên dengan û hem jî ji bo dengên hatine betal kirin li Desteya Bilind a Hilbijartinê îtîraz kir.