Gundikê Qirtaca hat rizgarkirin

Şervanên QSD’ê diyar kirin ku gundikê Qirtaca yê dikeve Başûrê Eyn Îsayê rizgar kirine.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA`yê di çarçoveya operasyona şervanên QSD`ê ya hemleya rizgarkirina gundewarên Reqayê de di saat 19:40`an de gundikê Qirtaca yê Başûrê Eyn Îsayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin. Pêşdeçûna şervanên QSD’ê didome. Hat dîtin ku çeteyên ku direvin çeper û malên derdor didin ber agir.

Li aliyê din çeperên DAIŞ’ê yên li derdorî gundên Hedriyat Xelî, Fatse û Wastayê ji aliyê balafirên koalîsyonê ve têne bomberdûmankirin.