Gerîlayên HPG'ê Mihemed û Mikaîl li Kerkûkê hatin bîranîn
Li navçeya Daqoq a Kerkûkê, gerîlayên HPG'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Li navçeya Daqoq a Kerkûkê, gerîlayên HPG'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Li navçeya Daqoq a Kerkûkê, gerîlayên HPG'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de banga xwedîderketina li bîranînên cangoriyan û mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê hat kirin.
Li navçeya Daqoq a Kerkûkê, ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê yên di şerê li dijî DAIŞ'ê de li eniya Kerkûkê jiyana xwe ji dest dan, merasîmek hat lidarxistin. Gerîlayên HPG, YJA Star, hêzên pêşmerge û gelê herêmê beşdarî merasîmê bûn.
Di vê çarçoveyê de wêneyên gerîlayên HPG'ê Talib Mihemed (Armanc Kurdo) û Muslim Mikaîl (Mervan Gezgor) li ser rêya navbera Kerkûk û Bexdayê hatin daliqandin.
'SÎNORAN RAKIN'
Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên Başûrê Kurdistanê Alî Mihemed li vir axivî û got, "Şehîd Mervan û Şehîd Armanc ku her yek ji wan ji parçeyekî din ê Kurdistanê ne, ne tenê ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê, ji bo jiyaneke demokratîk û azad canê xwe feda kirin."
Mihemed da xuyakirin, ku weke gelê Kurd divê ew li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin û wiha dewam kir: "Ji bo azadiay gelê Kurd û rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, divê em têkoşîna xwe mezin bikin û xebatên xwe berfireh bikin. Têkoşîna gelê Kurd gelekî mezin e û berdêlên gelekî giran daye. Divê destûr ji girtina deriyê navbera Başûr-Rojavayê Kurdistanê re neyê dayîn. Pêwîste planên dijmin bi cih neyên anîn. Yên ku mizgîniya dewletê didin gelê Kurd, divê beriya her tiştî sînorên li ser Kurdên li Rojava girtine, rakin."
Di merasîmê de, Ramazan Mecîd peyama Tevgera Azadî xwend û destnîşan kir, ku gelê Kurd êdî sînor ji nava xwe rakiriye, Mihemed û Mikaîl ti sînor nas nekirine û ji bo parastina xaka pîroz a Kurdistanê canê xwe feda kirine.
Alîkarê Fermandarê Tûgaya Pêşmergeyan a Daqoqê Ednan Hebîb jî li vir axivî. Hebîb got, "Silav ji gerîla re, ji têkoşîna pêşmerge û şervanan re. Şehîd Merwan û Şehîd Armanc ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatin. Di ber xaka Başûrê Kurdistanê re li gel pêşmergeyan têkoşiya û şehîd ketin. Ev hemû mesajên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
'EM Ê LI HER DERÊ GELÊ KURD BIPARÊZIN'
Li ser navê Hêzên Parastina Gel (HPG) Heval Simko jî da xuyakirin, ku weke gerîlayên HPG û YJA Starê li kîjan parçeyê Kurdistanê êrîş û gef li hember gelê Kurd hebe, ew amade ne li wê derê gelê xwe biparêzin. Simko got, "Ji ber vê yekê, kîjan partî yan jî hêzek xiyanetê li xwîna şehîdan bike, ew dijminê gelê me ye."
Gerîlayê HPG'ê Muslim Mikaîl (Mervan Gezgor) ê ji Bakurê Kurdistanê hat, par li gundê Wehdê yê Kerkûkê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Gerîlayê HPG'ê Talib Mihemed (Armanc Kurdo) yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî di sala 2015'an de li gundê Tilwerdê di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû.