Gerîlayên HPG’ê Bariş û Alma hatin definkirin

Gerîlayên HPG’ê Agît Barinç (Karker Cûdî) û Vefa Alma (Andok Wan) bi merasîmekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên gerîlayê HPG’ê Agît Barinç (Karker Cûdî) ê ku li Çewlikê di şerekî 21’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da û gerîlayê HPG’ê Vefa Alma (Andok Wan) ê di êrîşa şeva 15’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Wanê. Di saetên sibehê de cenazeyê Agît Barinç (Karker Cûdî) ê ku ji morga Taxa Akkopruyê girtin, anîn Goristana Suhanê. Cenazeyê Barinç di ketina goristanê de, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Di merasîmê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban û Bekir Kaya, rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de gelek kes amade bûn.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Barinç bi tilîliyan ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER’ê Îdirîs Şeybak axivî û wiha got: “Ciwanên ku jiyana koletiyê qebûl nakin li ber xwe didin, têkoşînê dikin û şehîd dikevin. Serê malbat û gelê Kurd sax be.”

 ‘SERÊ GELÊ KURD XWAR NEKIR Û XWAR NAKE”

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Vefa Elma (Andok Wan) jî li navçeya Elbakê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hate definkirin. Cenazeyê Alma di saetên sibehê de anîn navçeyê, di ketina navçeyê de rêveberên MEYA-DER, DBP, HDP jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Cenaze bi wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê pêçayî di têketina Taxa Noşar dema ji wesayîtê anîn xwar rakirin ser milan, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Şirnexê” anîn goristanê.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Alma li gel duayan hate definkirin. Girse piştî rêzgirtinê derbasî konê sersaxiyê ya li Taxa Noşarê bû. Li mala sersaxiyê Rêvebera MEYA-DER’ê Nerîman Ûyar axivî û wiha anî ziman:

“Gelê Kurd bi salan e hevrûyî qetlîaman tê. Sedemê van hemû êşan polîtîkayên hikûmet û Serokkomar in. Li hember gelê Kurd polîtîkayeke îmha û tinekirinê tê birêvebirin. Gelê Kurd bi sedê salan e li hember her cure êrîş, zext û zilmê stuyê xwe xwar nekiriye û xwar jî nake. Gelê Kurd û zarokên fedekar ên gelê Kurd her dem li dijî zilmê rawestiyane û wê vê jî dewam bikin.”

Mamê Alma Şevket Alma jî wiha got: “ Vefa ne şehîdê me tenê, şehîdê gelê Kurd e. Serê gelê Kurd sax be.”

Wê sersaxî 3 rojan berdewam bike.