'Em ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe li ber xwe bidin'
Malbatên şervanên YPS'ê yên di berxwedana li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane gotin, ew ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe li ber xwe bidin.
Malbatên şervanên YPS'ê yên di berxwedana li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane gotin, ew ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe li ber xwe bidin.
Malbatên şervanên YPS'ê yên di berxwedana li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane gotin, ew ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe li ber xwe bidin.
Li Nisêbînê, berxwedana xwerêveberiyê ya 73 roj li dû xwe hişt, gav bi gav mezin dibe û hêzên dewletê derbên giran dixwin. Hêzên dewleta Tirk ên li pêşberî berxwedana şervanên YPS'ê ketine "Sendroma Nisêbînê" û nikarin bi pêş de biçin, nahêlin malbatên şervanên YPS'ê cenazeyên xwe rakin. Bi vî rengî mora xwe datînin binê sûcekî din ê şer.
Malbatên Mehmet Şîrîn Agirman, Çekdar Tekîn û Selman Deger ên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan û hêzên dewletê nahêlin cenazeyên wan bên rakirin, dan xuyakirin, ku ew ê vê zilma li hemberî cenazeyên xwe ti carî qebûl nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin.
'BILA HOVÎTIYÊ LI CENAZEYÊN ME NEKIN, HURMETÊ NÎŞAN BIDIN'
Mehmet Şîrîn Agirman ê 18 salî, ku ji destpêka berxwedana xwerêveberiyê ve cihê xwe di nav de girt, di 2'ê Gulanê de li taxa Şehîd Gelhat (Abdulkadîrpaşa) ya Nisêbînê di şer de şehîd ket. Apê wî Husnu Agirman da xuyakirin, ku ew bawer in şervanên YPS'ê cenaze birine cihekî guncaw.
Ap Agirman diyar kir, weke malbat ew dixwazin cenazeyê biraziyê xwe rake û ji bo vê jî divê hêzên dewletê dorpêçiyê rakin û korîdorê vekin. Agirman anî ziman, ku ew dixwazin cenazeyê biraziyê xwe li Nisêbînê veşêrin û got, "Bila dewleta Tirk dest ji vê hovîtiyê berde û qet nebe hurmetê nîşanî cenazeyan bide."
'LI DIJÎ EXLAQÊ ŞER E'
Ap Agirman bibîr xist, ku ev nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî cenazeyan cihê xwe di Îslamê û hiqûqa şer de nîne û destnîşan kir, ku ev kiryar sûcê şer e. Agirman ragihand, hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve ew ê li hemberî vê kiryarê têbikoin.
'BERXWEDANA LI HEMBERÎ WEHŞETÊ WÊ BIDOME'
Ap Agirman da xuyakirin, ku ew ê heta dawiyê xeyn û xeyalên biraziyê wî di oxira wê de şehîd ketiye biparêzin û ti ji kiryarên wehşetê wê nikaribin wan ji têkoşîna azadiyê vegerîne. Agirman bang li gelê Kurd kir ku ji heft heta heftê salî li ber xwe bide.
'JI BER QEDEXE Û ÊRÎŞAN EM NIKARÎBÛN BIKEVIN NAVA HEWLDANAN'
Xwişka Çekdar Tekîn Vesîle Yuksel da xuyakirin, ku birayê wê di emrekî biçûk de tevlî nava têkoşîna azadiyê bûye û navê kekê xwe Suleyman Tekîn ê di sala 2005'an de li Dersîmê şehîd ket rakiriye. Yuksel diyar kir birayê wê di 9'ê Nîsanê de li Nisêbînê di şer de şehîd ketiye û roja 14'ê Nîsanê pê hesiyan e. Yuksel da zanîn, ku ji hingî ve ew dixwazin cenazeyê xwe rakin, lê ji ber qedexe û êrîşan nikarin di vî warî de bikevin nava hewldanan.
'DEWLETA TIRK HOVÎTIYÊ DIKE'
Yuksel ragihand, dewleta Tirk li Nisêbînê wehşetê dike û got, "Asta hovîtiya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, ne kêmî ya çeteyên DAIŞ'ê ye. Ev 45 roj in cenazeyê me li Nisêbînê ye. Cihê vê rewşê di hiqûqa şer de nîne."
'EM CENAZEYÊN HEMÛ ŞEHÎDÊN XWE DIXWAZIN'
Yuksel da xuyakirin, ku li Nisêbînê bi tenê cenazeyê birayê wê nîne, cenazeyên hemû berxwedêrên li wir şehîd ketine yên wan e. Yuksel ji bo rakirina hemû cenazeyên şervanên şehîd ketine, ji dewleta Tirk xwest, dorpêçiyê derhal rake.
'EM Ê SERÎ LI BER ZILMÊ NETEWÎNIN'
Bav Ethem Deger jî da xuyakirin, ku kurê wî Selman Deger di emrê xwe yê dibistana Lîseyê de cihê xwe di nava têkoşînê de girtiye û anî ziman, bi xwerêveberiyê re kurê wî cihê xwe di nava refên YPS'ê de girtiye û tevlî berxwedanê bûye.
Bav Deger diyar kir, bi rêya çapemeniyê ew pê hesiyan e ku kurê wî şehîd ketiye û xwest, ev zilma li cenazeyên zarokên wan tê kirin, demildest bi dawî bibe. Bav Deger da zanîn, divê dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk derhal biqedin û anî ziman, ew dixwazin cenazeyên xwe rakin û veşêrin.
Bav Deger bibîr xist, ji bo rakirina cenazeyan ew ê li ber xwe bidin û got, "Ji bo rakirina cenazeyên xwe em ê li ber xwe bidin û serî li ber zilmê netewînin."