Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED), rapora li ser sê mehên dawî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê eşkere kir.
TUHAD-FED'ê di raporê de diyar kir ku zext û zordariyên li ser girtiyan ji sirgûnê heta cezayê dîsîplîn, ragihandin, hucre, lêgerina tazî, dermankirina bi kelepçe gelek binpêkirin zêde bûne û mafê wan ji destê wan tê girtin. TUHAD-FED'ê di raporê de destnîşan kir ku di 3 mehan de 600 girtî hatine sirgûnkirin. Hat diyarkirin ku di bin navê "neqlê" de girtî tên sirgûnkirin û bêyî agahiya wan hebe wan sirgûnî girtîgehên din dikin. Di raporê de hat zanîn ku ev sirgûn ne tenê li dijî girtiyên siyasî ye û polîtîka dewletê ya giştî ye.
HEM SIRGÛN HEM ÎŞKENCE
Di raporê de hat ragihandin, girtî hem dema sirgûn dikin û hem jî dema derbasî girtîgehên din dikin rastî îşkenceyên giran ên derûnî û fîzîkî tên û wiha hat gotin: "Girtiyên ku tên sirgûnkirin, hem di rê de hem jî piştî dişînin girtîgehê rastî îşkenceyê tên. Di rê de rastî heqaretan tên. Di ketina girtîgehê de rastî lêgerînên tazî tên. Girtiyên vê yekê qebûl nakin rastî cezayê dîsîplînê tên. Mafê girtiyan ê ragihandin, hevdîtin, ziyaret û mafên civakî ji destê wan tê girtin. Girtî rastî cezayê hucreyê tên. Alav û amûrên wan ên taybet tên desteserkirin. Rojname, pirtûk, betanî û alavên wan ên taybet nadin wan. Mafê wan ê axaftina bi parêzeran re tê astengkirin. Dîsa mafê wan ê parastina bi zimanê dayikê ji destê wan tê girtin. Girtî nikarin ji mafê xwe yê tenduristiyê sûd bigirin. Ev pêkanîn ji pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê hê girantir in. Dixwazin girtî li ser piyan hejmarê bidin û Dema wan derdixin nexweşxaneyê ango hevditinan bi yek sira wan derdixin. Rastî zextên pîvanên leşkerî tên."