Çeteyên Qesrê mal û baxçeyan dişewitînin

Li Şirnexê çeteyên Qesrê mal û baxçeyan dişewitînin.

Êrîşên qirkirinê li Şirnexê didomin, çeteyên Qesrê mal û baxçeyan dişewitînin. Çeteyên Qeserê yên ku duh di saetên şevê de tank û panzer xistin nava taxan, avahiyên ku tevî êrîşan jî saxlem mane bi rêzê didin ber guleyan û bêkêr dikin.

Çeteyên Qesrê li Taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Aydinlikevler, Tekser û Vakifkentê bi panzeran li gelek malan gule reşandin. Li Taxa Yenî piştî gulereşandinê, vê carê jî çeteyan mal dan ber agir. Agirê bi alîkariya ba belav bûyî derbasî mal û baxçeyên din jî bûn.

Li aliyê din li Taxa Yenî  çeteyên Qesrê bi teqemeniyan jî gelek mal bêkêr kirin.

Li taxan şewat û guleraşandin dewam dikin; li Taxa Bahçelîevlerê jî cih bi cih şer diqewimin.