Cerdevan li Ebexê dizî û talanê dikin
Li gund û gundikên ser bi navçeya Wan Ebedê, karê çandinî û xwedîkirina heywanan hat qedexekirin. Cerdevanên ji vê qedexeyê sûd wergirtin dest bi talan û diziyê kirin.
Li gund û gundikên ser bi navçeya Wan Ebedê, karê çandinî û xwedîkirina heywanan hat qedexekirin. Cerdevanên ji vê qedexeyê sûd wergirtin dest bi talan û diziyê kirin.
Li navçeya Wan Ebexê, piştî ku Walîtiya Tirk par hin gundên li quntara çiyayê Tendurekê weke "herêma ewlekariyê" îlan kir, zexta li gundiyan zêde bû. Li vê herêmê, karê çandinî û xwedîkirina heywanan bi temamî qediya. Gundiyan ji neçarî cih û warên xwe terikandin û li hin herêmên din bi cih bûn.
ÇANDINÎ Û XWEDÎKIRINA HEYWANAN HATIN QEDEXEKIRIN
Lê belê herêmên li derveyî vê "herêma ewlekariyê" jî ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin. Li gundên Burçakalan û Hangedîk û gundikên Kalereş û Tepelî yên nehatin qedexekirin, ji ber zexta leşkeran gundî nikarin çandiniyê bikin û heywanan xwedî bikin.
Leşkerên Tirk hefteya bihurî ji keyayan re gotin, "Gundiyan hişyar bikin, bila pezê xwe neçêrin." Ji ber vê gefa leşkeran, gundî demeke dirêj e nikarin biçin zozanan.
'DIZÎ Û TALANÊ DIKIN'
Gundiyên li ser mijarê ji me re axivîn dan xuyakirin, ku heywanên wan birçîn e û li axuran e. Gundiyan diyar kirin, ku leşkeran çêrgeh û zozan li wan qedexe kirine. Gundiyan dan xuyakirin, ku ji neçarî ew li gorî vê qedexeyê tevdigerin, lê belê cerdevanên ji gundên din, talan û diziyê dikin û pezên xwe li çêrgehên wan diçêrînin. Gundiyan gotin, "Li vî erdê ku milkê me ye, cerdevan pezên xwe diçêrînin. Dizî û talanê dikin."