Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Zagros hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûrat Matyar (Zinar Zagros) ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li Farqînê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûrat Matyar (Zinar Zagros) ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li Farqînê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûrat Matyar (Zinar Zagros) ê roja 14'ê Gulanê di çalakiya li hemberî gelek nuqteyên li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, piştî ku ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin, anîn gundê Çîçika yê navçeya Amed Farqînê. Darbesta cenaze li sêrêya Farqîn-Hezo-Êlihê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin û bi konvoyek ji dehan wesayîtan birin gundê Çîçika. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, darbesta cenazeyê Matyar ku bi ala PKK'ê hat pêçandin, li ber qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" birin goristanê.
Piştî nimêjê de cenazeyê Matyar hat veşartin. Li ber gora Matyar sirûda Çerxa Şoreşê hat gotin û deqeyek rêz hat girtin.
Dayik Sûhûbet Matyar li vir axivî û got, "Hûn hemû bi xêr hatine. Mûrat ne tenê şehîdê min e, şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye. Bila Xwedê mizgîniyekê bide û vê êşê ji nava dilê dayikan derxîne. Bila serê gelê Kurd ê bi şeref û namûs sax be."
Piştî merasîma cenaze, bi hezaran kesên li merasîmê amade bûn berê xwe dan mala sersaxiyê.