Cemiyeta Rojnamevanên Azad: Nebin şirîkên AKP’ê, Avesta berdin

Cemiyeta Rojnamevanên Azad, girtina rojnamevan Aysel Avesta şermezar kir û bang li PDK’ê kir ku nebe şirîkê AKP’ê û bi lezgîn hempîşeya wan rojnamevan Aysel Avesta serbest berdin.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad, girtina rojnamevan Aysel Avesta şermezar kir û bang li PDK’ê kir ku nebe şirîkê AKP’ê û bi lezgîn hempîşeya wan rojnamevan Aysel Avesta serbest berdin.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad der barê binçavkirina xebatkar û pêşkêşvana Stêrk TV Aysel Avesta ya ji aliyê PDK’ê ve de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya cemiyetê wiha ye:

“Di 19’ê Gulanê de, Rojnameger û Pêşkêşvana Stêrk Tv Gazal Avanaş ji Şengalê dema diçû Laleşê li Duhokê ji aliyê asayîşa PDKê ve hat binçavkirin. Aysel Avesta hê jî di bin çavan de ye. Ji ber helwesta PDK’ê Avesta dest bi gireva birçîbûnê kir. Fermandarekî Pêşmergeyan ragihandiye ku Avanaş ji roja radestî îstîxbareta PDK’ê hatiye kirin ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye û destûr nayê dayîn dermanê  xwe bixwe. Hat zanîn ku her ku diçe rewşa wê ya tenduristî nebaş dibe.

Li aliyê din piştî desthilatdariya AKP’ê li Bakurê Kurdistanê di Tîrmehê de şer da destpêkirin zext û zordariyên li ser rojnamegeran û çapemeniya azad jî zêde bû. Bi taybetî piştî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan û desthilatdariya AKP’ê di vê pêvajoyê de herî zêde zext û êrîş li ser ajansên Kurdan ên muxalif û çapemeniya Tirk a muxalif zêde bûne. Rojnamegerên Kurd tên binçavkirin û girtin, malperên ajansên Kurdan tên sansurkirin, doz li rojnameyan tên vekirin û ekranên televîzyonan tên reşkirin. Li aliyekî desthilatdariya Qesrê û AKP’ê zextan li ser çapemeniyê dimeşîne, li aliyê din PDK zextan li ser çapemeniyê dimeşîne. Ev bêtehamuliya AKP û PDK ya li dijî çapemeniya Kurd a azad e. AKP û PDK bi hevkarî dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin.

Feraseta ku di salên 1990’î de çapemenî bi kuştin, revandin û windakirinê tehdîd dikir û xwest rastiyan veşêre, çawa ku wê demê bi ser neket û nikarîbûn heqîqetê veşêrin, wê niha jî nikaribin cilên xwe yên qetiyayî bi pîneyan veşêrin. Ji ber ku çapemiya azad pîneyên wan nîşan didin û rastiya wan a înkar, îmha, talankirin û wêrankirinê bi raya giştî re parve dike, vê carê erîşi çapemeniya azad dikin.

Em wekî Cemîyeta Rojnamegerên Azad, êrîşên li ser çapemeniya Kurd a azad şermezar dikin. Em bang li PDK’ê dikin û dixwazin nebin şirîkê AKP’ê û bi lezgîn hempîşeya me ya Rojnameger Aysel Avesta serbest berdin. Hûn çiqas bi binçavkirin û girtinê hewl bidin rastiyên xwe veşêrin jî êdî hemû cîhan rastiya we dibîne. Rojnameger awêneya we ye. Ger ku hûn rojnamegeran binçav bikin û bigirin wê awêneya we reş bibe û hûn ê nikaribin qirêjiya xwe bibînin û nikaribin paqij bikin. Xwe bê awêne nehêlin.”