Bi lîstikan zarok kêfxweş kirin

Şaredariya Sûrê ji bo zarokên navçeyê yên di bin bandora şer de mane çalakiyeke lidar xist. Di çalakiyê de bi lîstikên cuda rûyê zarokên Sûrê geş kirin.

Şaredariya Sûrê ji bo zarokên navçeyê yên di bin bandora şer de mane çalakiyeke lidar xist. Di çalakiyê de bi lîstikên cuda rûyê zarokên Sûrê geş kirin. 

Berpirsyariya Çandê ya Şaredariya Sûrê ji bo zarokan çalakiyek li taxa Iskender Paşa ya navçeya Sûrê bi tevlîbûna zarokên taxê lidar xist. 

Ev çalakî bi tevlêbûna alîkarê şaredar M. Alî Altinkaynak, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberiya berpirsyariya çandê ya şaredariya Sûrê pêk hat. 

Altinkaynak li vir axivî û got, "Wekî hûn dizanin zarok yek ji beşên herî girîng ên niştecihên Sûrê ne ku şerê li navçeyê bandora herî mezin li ser wan kiriye. Lewre, ji bo çend kêliyan jî be  bi vê çalakiyê ve xebatkarên gerînendehiya çandê dikaribûn rûyê zarokan geş bikin û wan kêfxweş bikin. Hewcedarî bi gelek xebat û çalakiyên bi vî rengî hene da ku zarokên navçeya Sûrê û hemû deverên ku şer li wan hene, bikaribin ji bin bandora xerab a şer derkevin.

Her wiha mamosteyên hêja jî bi dilgermî û bi dilxwazî tevlî vê çalakiyên bûn û li gel lîstika rûboyaxkirinê gelek lîstikên din jî bi zarokan re lîstin û demeke xweş bi wan re derbas kirin."

...