3 kesên li Şemzînanê hatibûn binçavkirin hatin girtin

Li gundê Bembo yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji 5 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.

Di serdegirtinên duh ên li gundê Bêmbo de welatiyên bi navên Fethûllah Kaplan, Adem Dînç, Hamîde Arici û Seba Arici hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li Fermandariya Jendermeyan a li Navçeyê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê ji welatiyan Hamîde Arici serbest hate berdan, 3 kesên din hatin girtin.

3 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê.

Di serdegirtinên beriya 2 rojan a li gûnd jî ciwanê bi navê Samî Kaplan (28) ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, ciwanê bi navê Yakûp Onat jî hatibû binçavkirin. Onan li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê tê ragirtin, piştî ku li dozgeriyê îfadeya wî hate girtin serbest hate berdan.