Bi sedan şervanên YPJ'ê merasîma leşkerî lidar xistin

YPJ'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Reqayê bi beşdariya bi sedan şervanên jin merasîmeke leşkerî lidar xist.

Fermandar û şervanên YPJ'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Ji meclîsên leşkerî yên Minbic, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û Kobanê bi sedan şervanên jin tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de meclîsên leşkerî diyarî dan hev û komên muzîkê jî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Rêveberên saziyan û nûnerên partiyan jî tevlî merasîmê bûn.