CIVAK-EKOLOJÎ
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin."
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi hezaran kes di mîtîngekê de li hev kom bûn û li ber talankirina xwezayê rabûn. Nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên ekolojiyê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî projeya JES'ê bang kirin.
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.
Di dilê Brezîlyayê Amazonê de, 7-12 Mijdarê di pêşengiya jin, ekolojîst û gelên xwecihî de konferans, nîqaş û panel hatin lidarxistin. Ev çalakî, bersiva Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025(COP30) ye.
Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, meşekî girseyî li dar xistin.
Hemû Nûçe
-
-
-
Dêra Axtamara, taybetmendiya xwe ya dîrokî winda dike
Dêra Axtamara ya dîrokî ku li Girava Axtamara ya li ser Gola Wanê ye, beşê wê yên hundir ji ber ne nûjenkirinê tine dibe. Wêneyên li ser mîmariya dêrê ya hundirîn beşek mezin ê wê ji ber nenûjenkirinê dihilweşe.
-
-
-
-
Maske ziyanê didin ekolojiyê
Maske yên ku ji bo xwe ji Covîd-19'ê biparêzin têne bikaranîn, ji ber ku bi nezanî têne bikaranîn ziyanê didin ekolojiyê.
-
Ji Platforma Parastina Hewselê daxuyaniya 5'ê Hezîranê
Platforma Parastina Hewselê derheqê Roja Hawîrdorê ya Cîhanê got, ''Li Hewselê ku di lîsteya mîrateyên cîhanê ya Unescoyê de ye, behsa projekê tê kirin li ser qadeke darî ya 600 donimî kafe, navendên kirîn û firotinê û bêrman çêbikin.''
-
-
-
-
-
COP26 careke din hate taloqkirin
Civîna Bilind a Avhewayê ya 26'emîn ku yek ji civînên herî girîng ên navneteweyî yên li dijî germahiya global e, herÎ kêm salekê hate taloqkirin.
-
-
Li Hindistanê germa pir zêde dibe
Li bakurê Hindistanê germa pir zêde dibe. Li Paytext Delhiya Nû germa bû 47 pîle. Hê ji ber germayê mirina kesî nehatiye ragihandin.
-
Li Fransayê krîza otomotîv
Li Fransayê ku sektora otomatîvê di nav krîzeke mezin de ye hikûmet ji bo ku firotina wesayitên bi sirûştê re li hev zêde bike gelek plansaziya alîkariya pereyekî zêde dike.
-
Daristan dibe ku hîn bêhtir bişewitin
Li gorî lêkolîneke ku li Awûstralyayê hate kirin, şewata daristanan a ku par welat bir ber felaketeke mezin a ekolojîk, wê dema bê hîn bêhtir û demdirêj rû bidin.
-
-
-
-
-
-
'Çemê Zîlanê divê bi rengekî azad biherike'
Serokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kaçlik nerazîbûn nîşanî HES'an da yên li Geliyê Zîlan tên çêkirin û got, "Mîna Heskîfa dîrokî divê bendê danînin pêşiya çemê Zîlanê. Dîrok û xwezaya me divê neyên qetilkirin."
-
-
Penîrê bi sîrik li ser dezgehan e
Penîrê bi sîrik ê yek ji xweşiya xweser a bajarên Bakurê Kurdistanê û di warê aborî de xwedî nirx e, bi dest û keda jinan tê hilberîn, weke çavkaniya jiyanê ya gel û esnafan e.