Serçeteyekî DAÎŞ’ê li Bextayê hat girtin
Dezgeha Dije Terorê, ragihand ku li bajaroka Tarmiye ya Bexdayê wan serçeteyekî DAÎŞ’ê girtiye.
Dezgeha Dije Terorê, ragihand ku li bajaroka Tarmiye ya Bexdayê wan serçeteyekî DAÎŞ’ê girtiye.
Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê di daxuyaniyek de eşkere kir ku di encama operasyonekî li ser wergirtina agahiyên îstixbaratî de, serçeteyekî metirsîdar yê DAÎŞ’ê li bajaroka Tarmiye ya girêdayî Bexdayê hate girtin.
Hat diyarkirin ku serçeteyê hatî girtin, berê di nava DAÎŞ’ê de li ‘Wîlayeta Enbarê’ kar kiriye û tevlî gelek kiryarên terorsîstî yên li dijî hêzên ewlehî û sivîlan bûye.