Serokê DYE’yê Donald Trump roja pêncşemê daxuyanî da û ragihand ku êrîşên hewayî yên li ser Îranê, betal kiriye. Trump li ser hesaba xwe ya Truth Social daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtinên bi Komara Îslamê ya Îranê re hatine kirin, “di asta herî bilind a hiyerarşiya Îranê de hatiye erêkirin”, lewma dest ji biryara operasyona leşkerî berdaye.
Trump her wiha îdîa kir ku hêmanên esas û hûrgûliyên peymanê ji aliyê aktorên herêmî yên mîna DYE, Îsraîl, Siûdî Erebistan, Îmaratên Yekbûyî yên Ereb, Qatar, Tirkiye, Pakistan, Bahreyn, Kuweyt, Urdun û Misirê ve hatiye qebûlkirin. Lê belê di daxuyaniyê de navê Îranê rasterast cih negirt.
Serokê DYE’yê diyar kir ku peyman li Ewropayê dibe di nava dawiya hefteyê de were îmzekirin û îdîa kir ku lîderê olî yê Îranê peyman erê kiriye.
AXIOS: KENDAVA HURMUZÊ JÎ DI ÇARÇOVEYA PEYMANÊ DE YE
Li gorî nûçeya Axios a spartî çavkaniyên dîplomatîk, taslaka peymanê pêşbînî dike ku Kendava Hurmuzê demildest û bêpere jinûve were vekirin.
Her wiha di taslakê de sivikkirina hin pêkanînên aborî yên li ser Îranê jî, cih digire.
JI NETANYAHÛ PEYAMA PIŞTGIRIYÊ
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû jî piştgirî da peymana muhtemel. Di daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Serokwezîr ve hatî weşandin de, hate diyarkirin ku Netanyahû ji ber vê peymanê, spasiya Trump kiriye.
TEHRANÊ DEREWAND: BIRYARA DAWÎ NEHATIYE DAYÎN
Demek kurt piştî daxuyaniya Trump, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayi li ser medyaya dewletê daxuyanî da û got, hîna biryara dawî nehatiye dayîn ka gelo Tehran ji bo îmzekirina peymanê amade ye, yan na.
KENDAVA HURMUZÊ HÎNA GIRTÎ YE
Têkildarî Kendava Hurmuzê jî, nediyariya navbera aliyan didome. Otorîteya Behrevaniyê ya Îranê ragihand ku kendav wê heta “agahdariyeke duyemîn” girtî bimîne.