Li Rojhilata Navîn bendewariya ‘lihevkirinê’ bandor li bihayên petrolê kir
Piştî daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ên têkildarê lihevkirinê bi Îranê re ji bo bi dawîkirina şer, bihayên petrolê kêm bûn.
Piştî daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ên têkildarê lihevkirinê bi Îranê re ji bo bi dawîkirina şer, bihayên petrolê kêm bûn.
Buhayê petrolê roja Înê bi rengekî berbiçav kêm bû. Bendewariya bazaran ew bû ku şerê li Rojhilata Navîn di demeke kin de bi dawî bibe û Tengava Hurmuzê ji nû ve ji bo trafîka navneteweyî were vekirin.
Di saet 08.50 GMT de bihayê petrola Brentê ya Deryaya Bakur ji sedî 4,37 kêm bû û gihîşt 86,43 dolarî. Petrola xam a DYE WTI jî ji sedî 4,42 daket û bû 83,83 dolar.
Serokê DYE Donald Trump, îdîa kir ku bi Îranê re li ser rawestandina şer lihevhatinek baş hatiye kirin. Trump ku li Ofîsa Ovalê axivî, diyar kir ku piştî temamkirina belgeyan, dibe ku merasîmeke îmzekirinê were lidarxistin.
Trump berê jî ragihandibû ku êrîşên li dijî Îranê rawestandine. Lê hikûmeta Îranê got ku hêj lihevhatineke dawî nehatiye kirin.
BENDEWARIYA VEKIRINA TENGAVA HURMIZÊ BAZARAN REHET KIR
Pispor dibêjin sedema bingehîn a daketina bihayê petrolê ew e ku bendewariya ji nû ve vebûna Tengava Hurmizê ve girêdayî ye.
Beşeke girîng ji bazirganiya petrolê ya cîhanê ji vê tengavê derbas dibe. Tê texmînkirin ku lihevhatineke gengaz dikare zexta li ser peydakirina enerjiyê kêm bike.
Daxuyaniyên Trump yên derbarê Îranê de bûn sedema nîqaşan.
Waliya New Yorkê Kathy Hochul, daxuyaniyên Trump rexne kir. Wê got ku ev daxuyanî bandorê li bazaran dikin.