DYE wê bi 2 milyar dolarî çekan bifiroşe Erebistana Siûdî

Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand ku di demeke ji şerê giran ê Rojhilata Navîn de firotina çekan a bi buhayê 2 milyar dolarî ya ji bo Erebistana Siûdî hatiye erêkirin.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku firotina çeka a bi 2 milyar dolarî ya ji bo Erebistana Siûdî hatiye erêkirin.

Wezaretê diyar kir ku firotin wê armancên ewlekariya neteweyî û polîtîkaya derve ya DYE'yê xurt bike, her wiha wê kapasîteya parastinê ya hevalbendekî derveyî NATO'yê yê girîng ê li Kendavê jî xurt bike.

Di çarçoveya paketa hate erêkirin de wê nêzî 20 hezar Sîstemên Fuze yên Hesas ên Pêşketî (APKWS-II) û serikên şer ên van sîstema bêne radestkirin.