Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê -I

Şerê ku li Rojhilata Navîn piştî 7'ê Cotmehê bi gelek aktoran û hevsengiyên guherî bilind bû, bi zextên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re bû yek û herêmê ber bi krîzeke nû ya jeopolîtîk û şikestina civakî ve dibe.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Êrişa Hamasê ya 7'ê Cotmeha 2023'an a li ser Îsraîlê û êrişên Îsraîlê yên piştî vê yekê li Xezeyê bi berfirehî da destpêkirin, rageşiya salên dûr û dirêj a li Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke nû û hîn metirsîdar kir. Şerê ku destpêkê li ser Xezeyê dihate dîtin, di demeke kurt de veguherî şerekî herêmî; Lubnan, Sûriye, Yemen, Iraq û herî dawî Îran da ber xwe. Bi vî rengî bû nuqteyeke şikestina dîrokî ya hevsengiyên herêmî.

KRÎZA JI 78 SALAN

Atmosfera krîz û şerê heyî yê li Rojhialta Navîn bêguman tenê bi bûyerên piştî 7'ê Cotmehê rû dan nikare bê vegotin. Şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê û Îsraîl û Îranê, destwerdanên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li herêmê, pirsgirêka Kurd, krîza li Sûriyeyê û hevrikiya li ser korîdorên enerjiyê nîşaneyên cuda yên heman krîza dîrokî ye. Di navenda vvê krîzê de jî meseleya Fîlîstînê heye. Pêvajoya ku sala 1948'an bi avabûna dewleta Îsraîlê û koçberkirina girseyî ya Fîlîstîniyan (Nakba) destpê kir, veguherî yek ji pirsgirêkên siyasî yên Rojhilata Navîn ku bi demdirêjî bêçareserî hate hiştin.

Pirsgirêka Fîlîstînê ne tenê meseleyeke xakê ye, di heman demê de qadeke şer e ku pêwendiya xwe yekser bi hevsengiyên hêzê yên herêmî, ewlekarî, dagirkerî, dewletbûn û nasnameya neteweyî heye.

STRATEJIYA DEWLETÊ YA LI SER ESASÊ EWLEKARIYÊ

Îsraîlê ji avabûna xwe û pê ve stratejiyeke dewletê ya li ser esasê ewlekariyê meşand. Şerê 1948, 1967 û 1973'an ên bi dewletên Ereb re kir, şerê bi rêxistinên Fîlîstînî re kir, têgihiştina wê ya ewlekariyê ya daîmî û bandora avaniyên leşkerî û îstîxbaratî yên li ser jiyana siyasî zêde kir. Meseleya ewlekariyê ji bo Îsraîlê ne tenê parastina sînor bû, di heman demê de hat wateya meşandina hevsengiyên hêzê yên herêmî ber bi aliyê xwe ve. Vê stratejiyê ji operasyonên Mossadê heta bi sîstema parastinê ya Qubbeya Hesin xwe li qadeke berfireh nîşan da.

XETA DIJBERIYA LI DYE Û ÎSRAÎLÊ

Li Rojhilata Navîn yek ji bûyerên herî girîng ên ku hevsengî guherand, Şoreşa Îranê ya 1979'an bû. Rejîma ku piştî şoreşê ava bû, xwwe weke xeteke îdeolojîk a li dijî DYE û Îsraîlê ya herêmî û navneteweyî ava kir. Ji Lubnanê heta bi Iraqê, ji Yemenê heta bi Sûriyeyê hewl da ku qadeke berfireh a bandorê ava bike. Di çarçoveya stratejiyê de ku weke 'Çarçoveya Berxwedanê' hate pênasekirin, têkilî bi Hîzbûllahê, komên çekdar ên Şîa yên li Iraqê, Hûsî û hin rêxistinên Fîlîstînî re danî. Ev çarçove bi piştgiriya malî, perwerdeya leşkerî û alîkariya lojîstîkî hate xurtkirin.

HEVRIKIYA JI BO BÛYÎNA HÊZA HERÊMÎ

Rageşiya navbera Îsraîl û Îranê nabe ku tenê weke şerekî berjewendiyan ê klasîk ê navbera du dewletan bê nirxandin. Her du welat xwedî wê îdîayê ne ku bibin hêza herêmî û li pêşiya armancên hev ên stratejîk weke astengiyên herî bingehîn têne dîtin. Ji ber vê jî di bingeha şerê wan de têkoşîna bandora li ser herêmê û pozîsyona wan a îdeolojîk a dijber heye.

Di heman demê de destwerdanên siyasî û leşkerî yên DYE'yê yên li Rojhilata Navîn yek ji xalên sereke ye ku tabloya heyî ya li herêmê ava dike. Şerê Kendavê, destwerdana li Efganistanê û dagirkirina Iraqê ya sala 2003'an ne tenê qadên nû yên şer bi xwe re anî; di heman demê de avaniyên dewletê lawaz kirin, rageşiyên bi bingeha mezhebî û şerê wekaletê giran kirin. Gelek krîzên li herêmê di encama pêvajoyên tevlîhev de rû dan ku destwerdanên hêzên navneteweyî û hevrikiya aktorên herêmî bi hev re hate meşandin.

KRÎZA LI SÛRIYEYÊ

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî bû yek ji wan qadan ku ev têkoşîna hêzê bi şênberî nîşan da. Îran, Rûsya û Hîzbûllahê piştgirî dan rejîma Beşar Esad; DYE, dewleta Tirk û aktorên cuda yên herêmî jî têkilî bi hêzên cuda re danî. Lewma Sûriye veguherî yek ji navendên hesabpirsîna herêmî û navneteweyî. Modela rêveberiya xweser a ku Kurdan li Rojava ava kirin, feraseta netewe dewletê ya klasîk kir mijara nîqaşê, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk bû tecrûbeyeke nû ya siyasî.

XEZEYÊ ŞER HERÊMÎ KIR

Lê belê bûyerên ku piştî 7'ê Cotmehê qewimîn, ev nakokiyên dîrokî hemû careke din raxistin pêş çavan. Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê jî di demeke kurt de şer ji derveyî sînorê Fîlîstînê derxist û belav kir. Hilweşîna li Xezeyê hate kirin, mirina bi deh hezaran sivîlan û krîza giran a mirovî demeke nû da destpêkirin ku aktorên din ên li herêmê yekser tevlî pêvajoyê bûn.

LUBNAN BÛ ENIYA DUYEMÎN

Lubnan bû eniya duyemîn û ya herî girîng a şer. Rageşiya demdirêj a navbera Hîzbûllah û Îsraîlê, bi êrişên li hemberî hev ên li ser sînor derbasî asteke nû bû. Bi vî rengî Îsraîlê yekemcar di heman demê de li gelek eniyan bi 'gefên ewlekariyê' yên li hemberî xwe re rû bi rû ma.

Sûriye jî di vê pêvajoyê de bû yek ji qadên herî girîng ê neyekser ê vî şerê navbera Îran û Îsrîlê. Îsraîlê li hemberî Muxafizên Şoreşê yên Îranê û hêzên girêdayî Îranê êrişên hewayî zêde kir. Îranê jî hewl da li herêmê hebûna xwe ya leşkerî diparêze.

FATÛREYA ABORIYÊ YA ŞER GIRAN BÛ

Li aliyê din li Yemenê li xeta Derya Sor êrişên Hûsiyan ên bi balafirên bê mirov û fuzeyan fatûreya aboriyê ya şer di asta navneteweyî de giran kir. Êrişa li ser rêyên bazirganiyê yên navneteweyî, guhertina rêgeha keştiyan û zêdebûna prîmên sîgortayê bûn sedema windahiyên giran ên aboriyê. Tengava Hurmuzê, Derya Sor û Rojhilatê Derya Spî careke din ketin navenda rojeva global.

KUŞTINA SILÊMANÎ BÛ XALA WERÇERXÊ

Iraq jî di vê pêvajoyê de bû yek ji navendên girîng ên rageşiya navbera Îran û DYE'yê. Di sala 2020'î de kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Muxafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî bi êrişa DYE'yê, weke uek ji nuqteyên werçerxê yên piştperdeya bûyerên îro tê nirxandin. Piştî kuştina Silêmanî rageşiya navbera Îran û DYE'yê gihîşt asteke nû. Komên Şîa yên ser bi Îranê yên li Iraqê jî bûn yek ji aktorên girîng ên şerê herêmî.

Di encama van bûyeran hemûyan de şerê navbera Îran û Îsraîlê ku salên dûr û dirêj bi sergirtî dewam dikir, derbasî qonaxeke nû bû. Têkoşîna ku bi giranî bi operasyonên îstîxbaratî, sûîqest û hêzên wekîl dihate meşandin, gihîşt wê asta rageşiya leşkerî ya navbera dewletan ku bi fuze û êrişên bi balafirên bê mirov bê kirin. Êrişên li hemberî hev hevsengiyên li herêmê di asteke girîng de guherand.

Dawiya dawî krîza li herêmê qadeke şer a pir alî afirandiye ku modela netewe dewletê, hevrikiya enerjiyê, şerê mezhebî, destwerdanên navneteweyî, têkoşîna ji bo bandora herêmî û daxwazên gelan ên demokratîk lê digihêjin hev. Gelên li Îranê û Rojhilatê Kuridstanê di bin siya vê pêvajoyê de bi zextên siyasî yên giran, krîzên aboriyê û polîtîkayên ewlekariyê re rû bi rû ne.