ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji êşkenceyê gardiyanan derbasî êşkenceya tecrîdê bû!
Serdal Bozkûrt da xuyakirin ku birayê wî Abdulkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê ji êşkenceya gardiyanan rizgar bû, vê carê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlû Karatepeyê rastî êşkenceya tecrîdê hat. -
Tedawiya Nergîs Muhammedî tê astengkirin
Dewleta Îranê, tedawiya Nergîs Muhammedî asteng kir. Malbata Muhammedî banga hestiyariyê li saziyên mafên mirovan kir. -
Serunaz Ehmed 28 roj in di grevê de ye
Wergervan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed ya di serhildanên "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibû girtin, ji ber destûra kontrola bijîşkî nehatiye dayîn ev 28 roj in di grevê de ye. -
Birêxistinkirina Hîzbûlkontra (Huda-Par)
Gelê Kurd, hêj ji destpêkê fam kir ku “Hîzbûllah” amûra dewletê ye û ew wekî Hîzbûlşeytan, Hîzbûlwehşet û Hîzbûlkontra bi nav kir. -
ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn
Rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin, li gelek bajaran hat bibîranîn. -
Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li akademîsyen Beyza Ustun hat birîn
Li akademîsyen Beyza Ustun a tevlî kampanyaya “Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar” a rojnameya Ozgur Gundemê bûbû, salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Parêzeran tecrîda Îmraliyê û AYM’ê protesto kirin
Bi sedan parêzerên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqereyê, li pêşiya AYM’ê li hev civiyan, tecrîda Îmraliyê protesto kirin û ev bang li AYM’ê kirin: “Berpirsyartiya xwe bi cih bîne.” -
Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan-akademisyen Nagîhan Akarsel a ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Li Aydinê rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk danê sibehê li Aydinê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinê de rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Germencîk û Efeler jî di nav de bi giştî 7 kes hatin binçavkirin. -
Girtiyê ku piştî 30 salan hat berdan bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
Girtiyê bi navê Hayrettîn Ekîncî yê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Alîaga Şakranê ya Îzmîrê dihat ragirtin û 6 mehan tehliyekirina wî hat astengkirin, hat berdan. Ekîncî li bajarê xwe Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin. -
DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweş Arslan serî li Wezareta Karên Hundir da
Parlamenterên DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweş Fevzî Arslan serî li Wezareta Karên Hundir dan. -
Ji bo dîtîna Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Malbat û wasîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Mîlîsên HBDH’ê li Stenbolê depoyek dan ber agir
Mîlîsên Fîkrî Baygeldî yên HBDH’ê ragihand ku wan di çarçoveya têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û tecrîdê de li Stenbolê depoyeke 'şexsekî faşîst' dane ber agir. -
Wêneyên Rêberê Gelê Kurd li kolanan hatin daliqandin
Li kolanên navçeya Seyhanê ya Edeneyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin û daxwaza azadiya wî hat kirin. -
ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Danişîna doza Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
Danişîna doza “Çapemeniya KCK’ê” ku rojnamevan û xebatkarên medyayê jî di nav de bi giştî 46 kes tên darizandin, taloqî 23’yê Çileya 2025’ê hate kirin. -
‘Kuday ji ber ku nehat berdan jiyana xwe ji dest da, berpirsyar dewlet e’
OHD’ê diyar kir ku berpirsyarê mirina girtî Abdûlkadîr Kûday ê tevî nexweşiyên xwe yên giran nehate berdan dewlet e. -
Jin a girtî ya li Mêrdînê di beşa lezgîn de ye
Mizgîn Acar a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin, hate îdîakirin ku hewl daye xwe bikuje. Girtî di beşa lezgîn de ye û metirsî li ser jiyana wê heye. -
Cerdevanên nexwestin tevlî operasyona dagirkeriyê bibin ketin ber lêpirsînê
Li Wanê 6 cerdevanên ku ji bo tevlîbûna li operasyona dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê bang li wan hate kirin, li ber vê yekê rabûn. Lewma çekên wan hate desteserkirin û ketin ber lêpirsînê. -
Girtiyê siyasî Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate tehliyekirin
Hayrettîn Ekînci yê ku tehlîyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin, hate tehliyekirin. Tehliyeya Ekîcî ji ber ku wî gotibû; ‘’ez ne poşman im’’ hatibû taloqkirin. -
Meha Îlonê herî kêm 152 karker li Tirkiyeyê mirin
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di nava meha Îlonê de herî kêm 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan ku 11 ji wan jin bûn. -
Parêzer ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 43 meh in di bin tecrîdekî giran de ye û girtiyên din re, parêzeran serlêdanên nû kirin. -
DFG: Zextên li ser çapemeniyê zêde bûn
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Îlonê 5 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 jê hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hate xwarin û 6 jî ketin ber dozê. -
'Rejîm hiqûqa dijminatiyê li girtiyan ferz dike'
Endama Desteya Rêveber a TUHAY-FED'ê Emîne Kaya anî ziman ku rejîma AKP-MHP'ê li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijminatiyê dimeşîne û got, "Girtiyên siyasî li gel şert û mercên giran jî serî natewînin."