Girtiyê nexweş ê giran Mûtlak Tozûn piştî 30 salan hat berdan

Mûtlak Tozûn ê bi nexweşiya pençeşêrê ye û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsarê ya Manîsayê dihat ragirtin  piştî 30 salan li ser serlêdana parêzeran hat berdan.

Girtiyê nexweş Mûtlak Tozûn ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê girtî, ji ber tenduristiya wî parêzerên wî serî li Dadgeriya Înfazê ya Akhîsarê dan. Dadgeriyê serlêdana parêzeran qebûl kir û der barê Tozûnê 30 salan girtî de biryara berdanê da. 
Tozûn ê di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê  ya Ataturkê ya Îzmîrê teşxîsa pençeşêrê lê hat danîn û li vir dest bi dermankirina wî hat kirin. 
Di dema dermankirina Tozûn de parêzerên wî Nehîr Bîlece, Eylem Zengîn û Alî Îhsan Guven di 24'ê Çileyê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Akhîsarê dan û xwestin "înfaza wî bê sekinandin" an jî "bê taloqkirin". Dadgeriya Înfazê ya Akhîsarê serlêdana parêzeran nirxand û biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.
Tozûn li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturkê ya Îzmîrê tê dermankirin.