ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser a Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Ji rêveberên Şaxê Wanê yê ÎHD'ê parêzer Heval Sînan Aras diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşî li çareseriyeke aştiyane, demokratîk û aqilane ya pirsgirêka Kurd tê girtin.
- Di dîroka Kurdistanê de fedaîtî ti carî negihîşt vê astê. Ev yek ew ast e ku ewladên herî bedew ên vî gelî di rastiya Rêbertî de têgihiştine û xwe gihandina vê astê. Analîza Şiyar Dersîm.
- Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan anî ziman ku piştî anîna 70 malbatên ji Tirkên Ahiska ji bo Xelatê qala 3 hezar kesên din tê kirin û got, "Ev yek destwerdana yekser a li rewşa demografîk e."
- Salih ê ji Hamayê ku sala 2015'an koçî navçeya Rimêlanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, got "Li Rojava bêhn hate ber me. Ji bo ewlekariya zarokên min ji cihek ji Rojava baştir nedît."