ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Bûyerên têkildarî Firyal Silêman Xalid wê bêne şopandin ku li Kerkûkê ji aliyê du êrîşkarên çekdar ve hate qetilkirin.

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş diyar kir ku tevgerên jinan ji bo xweparastinê divê hêza xwe ava bikin û destnîşan kir ku ji bo xweparastinê pêwîstî bi rêxistiniyê heye.

- Rêvebera MED TUHAD-FED'ê parêzer Seda Zengîn anî ziman ku daxwazên qanûnî, rewa, mirovane û wijdanî yên ji girtîgehan têne kirin, divê bi cih bêne anîn.

- Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ku 13'ê Çileyê destpê kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk û bê av man.

-Sala 2023'an 1923 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan. Di meha destpêkê ya sala 2024'an de jî gelek karker mirin. Nexweşiya menenjît a li Santrala Nukleerê ya Akkûyû ya Mersînê rû da û mirovên ji ber wê mirin, tenê beşek ji vê bîlançoyê ye.

- Hevseroka berê ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bal kişand ser berxwedana bêhempa ya ji bo rizgarkirina Efrînê ji bin dagirkeriyê û destnîşan kir ku ew hêviya xwe ti carî qut nakin.