ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Gerîla piştî guherîn û veguherîna li ser bingeha jinûve avabûnê pêk anî, bandora neyînî ya demsalê jî li ser hunera xwe ya çalakiyê rakir.
- Li Wanê, polîtîkaya belavkirina madeyên hişbir ku ji aliyê çeteyên bi piştevaniya dewletê ve tê meşandin, bandor li hezaran kesî kiriye. Li bajêr 9 hezar kesên ku bi narkotîkê ve hatine girêdan, ji bo tedawiyê serlêdan kirin.
- Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Arîf got, "Li gel şer, êrîş û ambargoyê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyana demokratîk em ê xizmetên xwe dewam bikin."
- Aktîvîst û hiqûqnas Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk bi zorê Tirkbûnê li ser Efrînê ferz dike û got, ji dema dagirkirinê û vir ve zêdetirî 9000 kes hatin revandin.