ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Alîkarê Hevserokên Meclîsa Navçeya Tirbespiyê Mizgîn Lezgîn anî ziman ku 120 hezar şêniyên navçeyê ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker bê elektrîk û bê av mane.

- Viyan Tekçe ku ji bo Hevşaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê weke namzet hate hilbijartin, işaret bi talankeriya qeyûm kir û got, wê bi gel re ya gel jinûve werbigire.

- Ji şêniyên Tirbespiyê Asya Cûma bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û got, "Çiqasî êrîş bikin jî em ê dest ji xaka xwe bernedin û nebin hewcedarê kesî."

- Dayikên Aştiyê ku li Wanê 44 roj in di nobeda edaletê de ne, banga berpirsyarî û baldariyê kirin.

- Endezyarê Jeolojiyê Eyup Ceyhan anî ziman ku li Colemêrgê rîska erdhejê zêde bûye û destnîşan kir ku divê gel tedbîrên xwe bi xwe werbigire.

- Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji çalakiya duyemîn a 'Rêwîtiya Azadiyê' re amade dikin.