YPG: Li gundekî Şedadê 2 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di operasyoneke Yekîneyên Antî Terorê de li gundekî Şedadê 2 çete hatine kuştin. Li herêmên Efrîn û Kobanê jî êrîşên çeteyan dewam kirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiyên hêzên wan û êrîşên çeteyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI HERÊMA ŞEDADÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, "roja 14'ê Gulanê saet di 10:00 de Yekîneyên Antî Terorê li qadên li qadên di bin serweriya çeteyên DAIŞ'ê de operasyonek lidar xistine û hat gotin, "Di operasyona li gundê Siyad ê 3 km li rojavabaşûrê gundê Mekmen ê bajarokê Şedadê ye de 2 endamên çete yên pisporên çeka hawanê bûn, hatin kuştin.

Di operasyonê de hawanek 120 mm û 5 guleyên wê yên di êrîşê çeteyan de dihat bikar anîn hatin rûxandin û tevî 2 termên çeteyan 2 kleş, 2 rext, 16 şarjorên kleşê, 6 bombeya destan, bêtelek, motorek û hîn belgeyan hatin bi dest xistin. Hêzên me yên YAT'ê bi rengekî serketî vegeriyan wargehên xwe."

ÊRÎŞA ÇETEYAN A BI ROKETÊN KATYÛŞA LI HEMBERÎ DERDORA EFRÎNÊ

Di dewama daxuyaniyê de li ser êrîş û şerê li herêmê Efrîn û Kobanê ev agahî hatin dayîn:

"14'ê Gulanê saet di 17.30'an de komên çete yên ser bi koalîsyona Sûrî, ji çeperên xwe yên bakurê Idlîbê bi roketên katyûşa êrîş birin li ser rêya Efrîn-Cindirêsê.

Komên çete, di şeva heman rojê de ji çeperên xwe yên herêma Ezazê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê. 

ŞER Û ÊRÎŞÊN LI HERÊMA KOBANÊ

14'ê Gulanê saet di 12.00 û saet 17.00'an de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê.

Komên çeteyan heman rojê saet di 12.00 de jî ji heman herêmê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qereqozax ê li başûrê bajarokê Şêxler. 

Çeteyên DAIŞ'ê 14'ê Gulanê saet di navbera 09.00 û 12.00 de bi çekên giran êrîş birin li ser rojavayê başûrê bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê.

Çeteyên DAIŞê 15ê Gulanê (îro) saet 06.00'an de jî bi çekên giran êrîş birin li ser başûrê bendava Tişrînê."