YPG'ê nasnameyên du cangoriyên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê, nasnameya 2 şervanên xwe yên di 14'ê Gulana 2016'an de li herêmên Efrîn û Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê, nasnameya 2 şervanên xwe yên di 14'ê Gulana 2016'an de li herêmên Efrîn û Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Îro nasnameya du pakrewanan ku li kantonên Efrîn û Cizîrê ên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne tê ragihandin. Van hevalan di demên şer û berxwedanê de felsefeya azadiyê di kesayeta xwe de çandibûn û li hember êrîşên dijmin ên ji hemû aliyan bi coş û heyecaneke mezin beşdarî têkoşîna rizgariya gelên bindest bûbûn.

Yek ji wan şehîdan, heval Ibrahîm Ecem e ku di nav hevrêyên xwe de bi navê Îbo Efrîn dihate naskirin. Heval Ibrahîm xwediyê 3 zarok û ji malbatek welatparêz ji bajarê Ezaz ê bû. Ibrahîm di çil saliyên xwe de li navçeya Şêra ya Efrînê ji bo parastina malbat, welat û azadiyê tevlî refên yekîneyên parastinê dibe. Heval Ibrahîm di 14'ê Gulanê di wexta ku peywira xwe bi cih tîne di encama krîza dil jiyana xwe ji dest dide û tevlî şehîdên nemir dibe.

Pakrewanê duyemîn, heval Sefqan Serêkaniyê ye. Heval Sefqan di 14'ê meha Gulanê di dema ku erka xwe li bajarê Qamişlo pêk tîne di encama teqîna maşîneyek bombebarkirî şehîd dibe. Di wê êrîşê de 2 welatiyên Qamişlo şehîd û hejmarek din jî birîndar bûbûn.

Tevgera azadîxwazî li Kurdistanê bi hezaran şehîd weke şehîd Ibrahim û şehîd Sefqan daye. Di doza me de şehadet qet lawazbûn ava nekiriye. Di dawiyê de, weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em ji malbata her du şehîdan û gelê Kurd re sersaxiye dixwazin û peymana xwe dubare dikin ku bi şopdariyek hêja li têkoşîna wan xwedî derkevin.

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Navê Tevgerî: Îbo Efrîn
Navê Rast: Ibrahîm Ecem
Navê Dayikê: Henîfe
Navê Bav: Şeban
Cihê Ji Dayikbûnê: Ezaz
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 14-05-2016

Navê Tevgerî: Sefqan Serêkaniyê
Navê Rast: Metîn Borî
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 14-05-2016"

...