Xebatkarê Azadiya Welat li Rihayê hate binçavkirin
Li Rihayê xebatkarê Azadiya Welat Mûstefa Goktaş hate binçavkirin.
Li Rihayê xebatkarê Azadiya Welat Mûstefa Goktaş hate binçavkirin.
Li Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasi ya bi fermana AKP/Qesrê ve binçavkirin û girtin dewam dikin.
Li navenda bajarê Rihayê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Mûstefa Goktaş, li derdora Parka Abîde ya li ser rêya metroyê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Hinceta binçavkirina Goktaş weke lêpirsîna dozeke berê hat diyarkirin. Goktaş birin edliyeyê.
Polîsên trafîkê jî dest danîn ser motorsîkletê Goktaş.