Şerê li Şirnexê bênavber dewam dike

Li Şirnexê, şerê ku piştî çalakiyên duh ên YPS/YPS Jinê giran bû, li gelek cihên bajêr dewam dike.

Li Şirnexê, ku êrîşên dewleta Tirk di roja 62. de ye, duh bi şev hêzên YPS û YPS Jinê li 5 nuqteyên cuda li hemberî hêzên dewletê çalakî pêk anîn. Şerê piştî van çalakiyan rû da, li gelek cihên bajêr bi dijwarî dewam dike.

Di şerê giran ê li taxa Bahçelîevlerê de kepçeyeke zirxî hat rûxandin. Hat ragihandin ev kepçe li herêma di bin kontrola YPS/YPS Jinê de ye. Bomberdûmana li taxê dewam dike.

XANÎ TÊN ŞEWITANDIN

Tevî bomberdûmana giran a li hemberî taxên Îsmetpaşa, Yenî, Cûmhûriyet û Gazîpaşayê, li van taxan şerekî dijwar diqewime. Hêzên dewleta Tirk agir berdan gelek xaniyan û ji ber vê êrîşê dû bi ser taxê ketiye.

Wekî din, li taxên Yeşîlyûrt û Dîcle ku hêzên dewleta Tirk beriya niha gotibûn 'me ev der paqij kirine' şerekî dijwar diqewime. Dû bi ser her du taxan ketiye.

LIV Û TEVGERA AMBÛLANSAN

Li ser asîmanên bajêr jî balafirên keşfê yên bêmirov digerin. Liv û tevgera ambûlansan a li nava bajêr jî dewam dike.

Hêzên YPS û YPS Jinê duh saet di 23:00 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê, Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê, lojmanên leşkerî yên li taxa Tekser, Navenda Kademe ya Polîsan û dibistaneke li ser rêya Sêrtê ya ji aliyê tîmên taybet ve weke biryargehê tê bikaranîn çalakî pêk anîbûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama van çalakiyan de herî kêm 7 tîmên taybet hatin kuştin, zêdeyî 20 jî birîndar bûn.