Şer li Şirnexê giran bû

Çeteyên Qesrê gelek xaniyên li derdora taxa Yenî ya Şirnexê vala kirin û agir berdan van xaniyan. Çeteyan her wiha sekvanên xwe li ser avahiyên bilind bi cih kirin. Şerê li gelemperiya bajêr dewam dike.

Li Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 63. de ye, bomberdûman û şer dewam dike. Hêzên dewleta Tirk şêniyên li derdora taxa Yenî ji malên wan derxistin û agir berdan xaniyên wan. Çete her wiha sekvanên xwe li avahiyên bilind bi cih dikin.

Hêzên dewleta Tirk ên gelek xaniyên di navbera taxa Yenî, Tekser û Vakifkentê de ne şewitandin, bombe avêtin nava hin xaniyan. Şerê li vê derê dijwar bû.

Li aliyê din, şer û bomberdûmana li taxên Bahçelîevler, Gazîpaşa û Îsmetpaşayê dewam dike. Dû bi ser taxa Cûmhûriyetê ketiye.

Li gelemperiya bajêr şerekî dijwar diqewime. Balkêş e Walîtiya Tirk a li Şirnexê û Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk îdîa kirin ku 'ji sedî 87 ê bajêr hatiye paqijkirin'.