Li Şirnexê şer li tevahiya bajêr didome

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê didomin, şerên li seranserî bajêr belav bûne, li Taxa Bahçelîevlerê giran e.

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê didomin, şerên li seranserî bajêr belav bûne, li Taxa Bahçelîevlerê giran e. Şerên di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS’ê de ji mesafeyek nêz pêk tê. Hat diyarkirin ku li taxê kepçeyek hate rûxandin, vîncek jî hate derbkirin.

Şerê ku duh êvarî di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS-JIN’ê de danê êvarî li navenda Şirnexê destpê kiribûn, li derveyî bajêr jî didomin. Hate ragihandin ku di şerên 5 nuqteyên cuda de gelek tîmên taybet hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku li Taxa Bahçelîevler a şerên dijwar lê diqewimin jî kepçeyek hate îmhakirin, ajokarê wê jî hate kuştin. Her wiha, vînceke ji bo kişandina vê kepçeyê jî hatibû hate derbkirin û ji neçarî vekişiyaye.

Li taxê mabeyna komek tîmên taybet û endamên YPS/YPS-JIN’ê de ji mesafeyek nêz şer diqewimin. Hat ragihandin ku duh êvarî komek tîmên taybet li heman qadê ketine avahiyekê û ev avahî hatiye teqandin. Û hê jî cenaze di hundir de ne.

Li ser taxên Yenî, Cûmhûriyet, Gazîpaşa û Îsmetpaşayê jî bênavber bombekirina bi top û obusan didomin.

Têkîldarî şer û mirinên navborî, heta niha ne Walîtiya Şirnexê ne jî Serfermandariya Giştî ya Tirk ti daxuyanî nedane.