Li Şirnexê kesek hat qetilkirin
Di bomberdûmana li Şirnexê de ciwanê bi navê Alî Sumbul ê 22 salî yê parçeyên şerapnelê li bedena wî ketin, jiyana xwe ji dest da.
Di bomberdûmana li Şirnexê de ciwanê bi navê Alî Sumbul ê 22 salî yê parçeyên şerapnelê li bedena wî ketin, jiyana xwe ji dest da.
Li Şirnexê, di bomberdûmana bi obus û topan a tevahiya şevê hat kirin de, gelek fîşek û parçeyên şerapnelê li qada pîşesaziyê ya taxa Bahçelîevlerê ku welatiyan kon lê vedan e, ketin.
Alî Sumbul ê 22 salî, saet di 01:00 de dema li binê kon radiza, parçeyekî şerapnelê li milê wî ket û bi giranî birîndar bû. Ji bo Sumbul ê ku gelek xwîn jê çû, bi saetan li 155 polis û servîsa 112 hat gerîn, lê ambulans heta saet 05:00 nehat. Ji ber ku gelek xwîn jê çû, Sumbul jiyana xwe ji dest da.
Di bomberdûmanê de jina bi navê Rabîa jî li lîngê xwe de birîndar bû û danê sibehê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat hînbûn, rewşa jina birîndar Rabîa jî baş e.