Li Şirnexê çeteyên Qesrê hatin dorpêçkirin

Li Şirnexê li Taxa Bahçelîevlerê kepçeyek hate rûxandin, komek tîmên taybet jî bi wesayîtên wan ên zirxî ve hatin dorpêçkirin. Bombekirin û şerên li bajêr her diçe dijwartir dibe.

Li Şirnexê li Taxa Bahçelîevlerê kepçeyek hate rûxandin, komek tîmên taybet jî bi wesayîtên wan ên zirxî ve hatin dorpêçkirin. Bombekirin û şerên li bajêr her diçe dijwartir dibe.

Şerê ku duh êvarî di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS-JIN’ê de danê êvarî li navenda Şirnexê destpê kiribûn, li derveyî bajêr jî didomin. Hate ragihandin ku di şerên 5 nuqteyên cuda de gelek tîmên taybet hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku li Taxa Bahçelîevler a şerên dijwar lê diqewimin jî kepçeyek hate îmhakirin, ajokarê wê jî hate kuştin. Her wiha, vînceke ji bo kişandina vê kepçeyê jî hatibû hate derbkirin û ji neçarî vekişiyaye. Kepçe û cenazeyê ajokarê wê di kontrola şervanên YPS û YPS-JIN’ê de ne.

KOMEK TÎMÊN TAYBET HATIN DORPÊÇKIRIN

Her wiha hate ragihandin ku li heman taxê komek wesayîtên zirxî û bi dehan tîmên taybet ji aliyê endamên YPS û YPS-JIN’ê hatine dorpêçkirin. YPS’î banga “teslîm bibin” li tîmên taybet dikin, ji ber bi gulebaranê bersiv dane jî şer dewam kiriye. Hat ragihandin ku duh êvarî komek tîmên taybet li heman qadê ketine avahiyekê û ev avahî hatiye teqandin. Û hê jî cenaze di hundir de ne.

Her wiha Li ser taxên Yenî, Cûmhûriyet, Gazîpaşa û Îsmetpaşayê jî bênavber bombekirina bi top û obusan didomin. Li gelek nuqteyên taxan jî şer dewam dikin.

ÇALAKIYÊN HEMWEXT

Duh êvarî saet nêzî 23.00’an de gerîlayên HPG û YJA-Starê, Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê û dibistanên li ser rêya Sêrtê ku hêzên dewletê wek biryargeh bi kar tînin hedef girtibûn, dîsa endamên YPS û YPS-JIN’ê jî li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê, li Taxa Bahçelîevlerê jî li hember Navenda Kademe ya Polîsan û li hember lojmanên leşkerî yên li Taxa Tekserê çalakiyên hemwext li dar xistibûn. Şerên piştî çalakiyan destpê kiribûn, li seranserî bajêr belav bibûn.

Têkîldarî şer û mirinên navborî, heta niha ne Walîtiya Şirnexê ne jî Serfermandariya Giştî ya Tirk ti daxuyanî nedane.