Li Şirnexê berxwedana xwereveberiyê di roja 63. de ye

Li Şirnexê berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja 63. de ye. Li dijî taxan êrîşên çeteyên Qesrê yên bi obûsan didomin. Şer jî berdewam dike.

Li Şirnexê berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja 63. de ye. Li dijî taxan êrîşên çeteyên Qesrê yên bi obûsan didomin. Şer jî berdewam dike. 

Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê di roja 63. de ye. Şerê li tevahiya bajêr belav bû, duh bi şev jî dewam kir. Danê vê sibehê bi tank, top û obusan careke din bombe li taxan hatin barandin.

Êrîşên bi obusan ên li hemberî taxên Bahçelîevler, Yenî û Aydinlik dewam dikin. Ji ber bomberdûmanên şewat bi gelek xaniyan ket û dû bi ser taxan ketine.

Li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Bahçelîevlerê jî şerekî dijwar diqewime. Cihê ku şer lê giran bûye, derdora Navenda Rêyên Bejayî ya li navbera taxên Yenî û Bahçelîevlerê ye. Çeteyên Qesrê yên nikarin bi pêş de biçin, hewl didin bi şewitandina malan bikevin nava taxan.

Endamên YPS/YPS Jinê di şerê duh de li vê herêmê derb li kepçeyekê xistibûn.

Li aliyê din li asîmanê bajêr helîkopter, li nava bajêr jî ambûlans digerin.