Li Nisêbînê 6 tîmên taybet hatin kuştin, gelek birîndar bûn

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku di şer û çalakiyên li Nisêbînê yên hînê dewam dikin de herî kêm 6 tîmên taybet hatine kuştin.

Di daxuyaniya YPS'ê de hat ragihandin, gelek tîmên taybet birîndar bûne û derb li gelek maşînên zirxî hatine xistin.

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê agahiyên li ser nasnameyên 4 şervanên xwe yên di şerê li Şirnex û Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, dewleta Tirk sîstema fuzeyên ji erdê ve tên avêtin li Nisêbînê bi cih dike.

Di daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya YPS'ê de li ser şer û çalakiyên dawî ev agahî hatin dayîn:

"11'ê Gulanê li taxa Alîka, kepçeyeke bi maşîneke zirxî ya Kobra ji bo xerakirina xaniyan hat, bû hedefa yekîneyên me. Maşînên zirxî yên derb xwarin neçar man xwe vekişînin. Heman rojê saet di navbera 13:00-14:00 de, li hemberî çeteyên qesrê yên xwestin bikevin nava taxê, yekîneyên me çalakî pêk anîn. Di encamê de derb li kepçeyekê hat xistin û dijmin neçar ma xwe vekişîne.

Roja 11'ê Gulanê, yekîneyên me li ser rêya Çaxçaxê derb li maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra xistin. Hejmara kuştî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin. Di heman rojê de, sekvanekî çete di encama derba yekîneyên me de hat kuştin. Dîsa heman rojê li taxa Alîka derb li kepçeyekê hat xistin. Wekî din, maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder, dema hewl da bikeve nava taxa Şehîd Gelhat, hat rûxandin. Her wiha derb li tankekê hat xistin.

Roja 12'ê Gulanê, 2 tîmên taybet ên li taxa Alîka ji maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra peya bûn, bûn hedefa yekîneyên me û her du hatin kuştin. Li taxa Şehîd Gelhat jî di heman rojê de yekîneyên me derb li panzerekê xistin. Di saet di 16:30 de jî li taxa Alîka derb li kepçeyekê û maşîneke zirxî hat xistin. Di heman rojê de çeteyên qesrê dema dixwestin li malekê bi cih bibin, yekîneyên me çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 leşker, 3 jî polîs bi giştî 6 tîmên taybet ên çeteyên qesrê hatin kuştin.

Di 12'ê Gulanê de, dema çeteyên qesrê xwestin li hundirê avahiyekê bi cih bibin, bi çalakiyeke sabotajê avahî bi ser wan de hat rûxandin û çeteyên bi wesayîtên zirxî hatin cem avahiya hilweşandî, dema ji maşîna zirxî daketin bûn hedefa yekîneyên me. Kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê zê de ne. Agahiyên berfireh wê piştre bên eşkerekirin. 

Roja 14'ê Gulanê li aliyê Weysîka, dema çete li malekê bi cih dibûn, yekîneyên me bi bombeyên destan li wan dan û li vir 3 çete birîndar bûn.

Roja 14'ê Gulanê saet di 17:00 de çeteyên qesrê hewl dan bikevin hundirê maleke din. Li vê derê jî ji 2 baskan li hemberî çeteyan çalakî hat lidarxistin. Di encamê de 2 çete birîndar bûn. Ji ber êrîşên giran ên çeteyan, şerekî dijwar diqewime.

Çeteyên Qesrê li navçeya Mêrdîn Nisêbînê sîstema fuzeyên ji erdê berdidin, bi cih dikin.

Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên di meha Gulanê de li Şirnex û Nisêbînê şehîd ketin, bi vî rengî ne:

Egîd Bagok / Mazlûm Ok / Amûdê-Zeynedîn / Girê Mîra / Di 3'ê Gulanê de li Nisêbînê şehîd ket.

Zehra Serhat / Meryem Canpolat / Saniye-Nadîr / Wan / Di 6'ê Gulanê de li taxa Alîka ya Nisêbînê şehîd ket.

Rojhat Rengîn / Necmettîn Dogan / Rafîa-M.Şerîf / Nisêbîn / Di 7'ê Gulanê de li Nisêbînê li taxa Şehîd Gelhat şehîd ket.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya endama me Arjîn ku beriya niha hatibû eşkerekirin, wiha ye:

Arjîn Cûdî / Bişeng Îlmez / Sabriye-Haci / Di 5'ê Gulanê de li taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê şehîd ket."