Li Agirî û Nisêbînê 2 çawişên din ên pispor hatin kuştin
Di şerê li Nisêbîn û Agiriyê de 2 çawişên din ên pispor hatin kuştin.
Di şerê li Nisêbîn û Agiriyê de 2 çawişên din ên pispor hatin kuştin.
Li hemberî çeteyên AKP'ê yên li Nisêbînê êrîşî gel dikin, berxwedana şervanên YPS/YPS Jinê dewam dike. Di şerê li navçeyê de çawişekî din ê pispor hat kuştin.
Di şer de gelek tîmên taybet ên çeteyên Qesrê birîndar bûn.
Tê gotin, hejmara kuştiyên çeteyan ên di vî şerî de dibe ku zêdetir bin. Li ser mijarê hê daxuyanî ji YPS'ê nehatiye.
LI AGIRIYÊ ÇAWIŞEKÎ PISPOR HAT KUŞTIN
Li Agiriyê jî, çawişekî pispor ê berî 5 rojan di operasyonê de birîndar bûbû, mir.