Koordînasyona Êzidî: Eger hêzeke ji Şengalê derkeve hebe ew jî PDK ye

Koordînasyona Êzîdî ji ber zextên PDK’ê yên li ser Êzîdiyan û herî dawî 12’ê Gulanê li nahiyeya Xanesor a Şengalê ciwanekî Êzîdî qetil kir, daxuyaniyek da.

Koordînasyona Êzîdî ji ber zextên PDK’ê yên li ser Êzîdiyan û herî dawî 12’ê Gulanê li nahiyeya Xanesor a Şengalê ciwanekî Êzîdî qetil kir, daxuyaniyek da. Koordînasyona Êzîdî ev kiryarên PDK’ê yên li dijî Êzîdiyan şermezar kir, ev bang kir: “Divê PDK demildest dest ji van polîtîkayan berde.”

Koordînasyona Êzîdî diyar kir ku ev demek dirêj e PDK hewl dide bi birçîbûnê Şengal û Rojava terbiye bike û kiryarên wan ên dawî jî mînakê ve ya herî şênber e, destnîşan kir ku ti kes nikare bi van polîtîkayên teslîmgirtinê ve gelekî birçiyê azadiya xwe teslîm bigire.

EM Ê SERÎ LI BER POLÎTÎKAYA PDK’Ê YA ‘AN EZ AN DIJMIN’ NETEWÎNIN

Koordînasyona Êzîdî, civîna bi ‘Peşmergeyên Êzîdî’ ya Serokê PDK’ê Mesût Barzanî ku 12’ê Gulanê li qada leşkerî ya Sihêle ya Dihokê li dar xist, bi bîr xist, got: “PDK’ê bi vê civîna Mesût Barzanî bi xwe çêkir ve, êdî zextên xwe gihandiye asta herî bilind. Bi awayekî eşkere ji gelê Êzîdî re dibêjin ‘an hûn bi min re ne an jî hûn dijmin in’. Em ê bi ti awayî serî li ber vê polîtîkayê netewînin.”

Koordînasyonê, ji aliyê PDK’ê ve înfazkirina Seîd Xwedêda yê 21 salî ku li nahiyeya Xanesor a Şengalê înfaz kiribûn, wek polîtîkaya teslîmgirtinê ya bi dijminkirinê, bi tirsandin û pelçiqandinê nirxand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku PDK bi van kiryarên xwe yên zext û tirsandinê ve di esas de hewl dide îradeya gelê azad a li Şengalê pêş dikeve teslîm bigire, wiha pê de çû: “PDK, esas dixwaze hêzên xweparastina gelê Êzîdî YBŞ û YJŞ’ê yên li ser esasê xweparastinê pêş ketin û serkeftinên mezin bi dest xistin, lewaz bike.”

PDK, POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê YÊN DER HEQÊ KURDAN BI XWE PÊK TÎNE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PDK ji bilî polîtîkayên zextê yên heta qetilkirinê jî diçe, ji dikandaran re dixwazin ku ji bilî wan ti tiştî nefiroşin ti kesên din, wiha dewam kir:

“Her çawa AKP’e li Bakurê Kurdistanê hewl dide bi şikandina îradeya gelê me teslîm wergire, dîsa PDK jî bi heman kiryaran dixwaze îradeya gelê Êzîdî bişkîne û teslîm bigire. Pir eşkere ye, PDK heman polîtîkayên ku AKP’e li Bakurê Kurdistanê pêk tîne li ser Şengalê diceribîne. Lê, divê baş bê zanîn, yên dibêjin em ê serî li ber van polîtîkayan bitewînin, xwe dixapînin.”

LI DIJÎ ZEXT Û PROVAKASYONAN EM Ê BI RÊXISTINKIRINÊ TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî zext û provakasyonên wisa gel neyê tehrîkê, nekeve nav helwest û tevgerên ferdî, rêxistinbûyina xwe berfireh bike, û got:

“Em dixwazin vê careke din bibêjin; bêyî tevlî provakasyonan bibin, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk di asta herî jor de bimeşînin. Em baş dizanin ku qetilkirina ciwanê me Seîd Xwedêda yê li Xanesorê, ne bûyerek ferdî ye. Ji ber vê jî em bang li tevahî ciwan û gelê xwe dikin, nekevin nav provakasyonan, nekevin nav tevgerên ferdî, têkoşîna xwe ya rêxistînî pêş bixin. Bi taybet ciwanên me, li şûna seknên teng, bertekî, divê bi tevlîbûna refên YBŞ û YJŞ’ê ve mezinkirina xweparastinê esas bigirin.

Li hember civîna 12’ê Gulanê li dijî gotina ‘an bi min re ne an jî dijminên min in’, wek Koordînasyona Êzîdî bersiva me ew e ku em ê jiyan û rêveberiya xwe ya azad, demokratîk bi îradeya xwe ya gel pêş bixin. Eger hêzêk teqez ji Şengalê derkeve hebe jî, ew PDK’a ku gelê me radestî hoviya DAIŞ’ê kir û reviyaye ye. Gelê me êdî li vir PDK’ê naxwaze.”