BI DÎMEN

'Komkujiya Hewlêrê rûreşiya Kurdan e'

Malbatên kesên di Komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin, bûyera di 16'ê Gulana 1997'an de qewimî rûreşiya Kurdan e û xwestin, aqûbeta windayan bê eşkerekirin.

Malbatên kesên di Komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin, bûyera di 16'ê Gulana 1997'an de qewimî rûreşiya Kurdan e û xwestin, aqûbeta windayan bê eşkerekirin.

Hêzên PDK'ê di 16'ê Gulana 1997'an de avêtin ser mal û saziyên PKK'yî û welatparêzan û bi awayekî hovane bi sedan kes qetil kirin. Malbatên mexdûrên Komkujiya Hewlêrê qala wan rojên hovane kirin û anîn ziman, ku 19 sal di ser komkujiyê re derbas bûne lê hînê serlêdanên wan bêbersiv man e. Malbatan gotin, hestiyên xizmên wan jî teslîmî wan nehatine kirin.

Hevsera Îbrahîm Erdogan (Sebest Gabarî) Selamet Erdogan, keça Uzeyîr Îlhan (Mahmût Afarof) Leyla Arzû Îlhan û bavê Aso Îbrahîm Mehmet Emîn (pale Silêmanî) Îbrahîm Mehmet Emîn ku di heman demê de endamê Meclîsa Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê ye, di salvegera 19. a Komkujiya Hewlêrê de ji ajansa me re axivîn.

SELAMET ERDOGAN: YÊN KOMKUJÎ KIRIN ÊN LI SER DESTHILATDARIYÊ NE

Selamet Erdogan da xuyakirin, ku hevjînê wê Îbrahîm Erdogan (Serbest Gabarî) yek ji zêdeyî sed kesên di 16'ê Gulana 1997'an de li Hewlêrê hat windakirin û hînê aqûbeta wan nayê zanîn e. Selamet Erdogan got, "Tevî Serbest bi dehan kes hatin qetilkirin, gelek kes hatin windakirin û aqûbeta wan hînê nediyar e. Serlêdana me mixabin hînê nehatiye bersivandin. Di nava 19 salan de me gelek caran serî li Wezareta Şehîdan û Malbatên Enfalê dan. Heta niha Komkujiya Hewlêrê ne weke komkujiyê bi nav dikin, ne jî ji bo van kesan dibêjin 'şehîd ketine'. Dibêjin, 'Em li ser şehîdên birakujiyê disekinin'. Lê belê heta niha ne Wezareta Şehîdan, en hikûmetê ne jî ti saziyeke din a pêwendîdar gavek avêtiye. Ev yek ji bo me êşeke gelekî mezin e."

'BIRÎNDARÊN LI NEXWEŞXANEYÊ LI PIŞT PANZERÊ KIRIN Û BI ERDÊ RE KIŞANDIN'

Selamet Erdogan da xuyakirin, ku komkujiyek mîna ya Hewlêrê nîne û got, "Di şer de kuştin, birîndarî çêdibin, lê ev komkujî ne tiştekî bi vî rengî ye. Mirovên hatin qetilkirin, xizmet ji gelê xwe re dikirin. Hin ji wan nexwe bûn, hin jê birîndar bûn û ji bo tedawiyê çûbûn Hewlêrê. Mînak; ti karê hevjînê min li Hewlêrê tinebû. Nexweş û em penabe bûn û ji ber ku doktor li wargehê tinebû, ji bo tedawiyê çûbû Hewlêrê. Aqûbeta zêdeyî sed kesî bi vî rengî bû. Mirovên me yên di emeliyatê de bûn, yên dest û piyên wan nebû, yên birîndar ji nexweşxaneyê dexistin li pişt panzeran girê dan û bi erdê re kişandin. Şerekî qirêj hat meşandin." Selamet Erdogan destnîşan kir, ku ev yek ji bo kiryaran, ji bo wezaret, parlament û saziyên li Başûrê Kurdistanê şermek e û got, "Em bi şehîdên xwe serbilind in, em bi têkoşîna wan serbilind in. Lê em hestiyên xizmên xwe dixwazin. Em dixwazin gorek wan hebe."

'KOMKUJIYA HEWLÊRÊ RÛREŞIYA KURDAN E, BERPIRSYAR ÎRO LI SER DESTHILATDARIYÊ NE

Selamet Erdogan diyar kir, yên ji xwe re dibêjin em bi namûs in, bi rûmet in, parlamenterên Kurdan e, wezîrên Kurdan e divê bûyerê ronî bikin û got, "Komkujiya Hewlêrê di dîroka Kurdan de rûreşiyek e. Yên ku ev komkujî kirin îro li ser desthilatdariyê ne. Lewma bûeyrê ronî nakin. Ez berpirsyaran û yên nahêlin komkujî were ronîkriin, bi hêrseke mezin şermezar dikim. Bang li Kurdên bi şeref û namûs dikim ku ji bo ronîkirina vê komkujiyê bikevin nava hewldanan.

LEYLA ARZÛ ÎLHAN: KOMKUJÎ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK Û PDK'Ê VE HAT KIRIN

Leyla Arzû Îlhan da zanîn, bavê wê Uzeyîr Îlhan (Mahmût Afarof) di komkujiya li Hewlêrê de hat windakirin û got, "Bavê min berî 19 salan ji aliyê PDK'ê ve hat windakirin. PDK'ê di sala 1997'an de bi desteka Tirkan şerekî kirêt da destpêkirin. Komkujiya Hewlêrê jî li ser vê bingehê hat kirin. Zêdeyî sed mirovên bêguneh, nexweş û birîndar, yên karê çand û hunerê dimeşand, PKK'yî û sempatîzanên PKK'ê qetil kirin. Ev komkujî karê hevpar ê dewleta Tirk û PDK'ê ye. Ev komkujî ji bo Kurdan rûreşî ye, sûc e. Ev bûyer heta roja îro nehatiye ronîkirin. Nebûye mijara dozekê jî.

Arzû Îlhan da xuyakirin, ku weke malbatên mirovên di vê komkujiyê de hatine windakirin, ew nikarin ji xizmên xwe re bêjin 'şehîd' ji ber ku bi aqûbeta wan nizanin û got, "Hin jê bi awayekî komî hatin qetilkirin, hin jî bi îşkenceyê qetil kirin. Hinek ji wan li zîndanan bi salan hatin ragirtin û hînê agahî ji wan nîne. Ji bo bavê xwe min bi salan serî li wezaretan, PDK'ê, hikûmetê, û saziyên navneteweyî yê li Başûrê Kurdistanê da. Çûm girtîgeha Akrê. Li ser navê malbatan min sê caran name ji Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re nivîsand. Hemû hewldanên me bê bersiv man. Rûyê reş ê PDK'ê nayê deşîfrekirin, ji ber ku rewşa xwe ya îro jî bi heman rengî ye. Ev 19 sal in ez li aqûbeta bavê xwe dipirsim. Em tam nizanin bê bi giştî çend kes hatine qetilkirin. Em nizanin ev li ku hatine defnkirin. Daxuayniyê nadin ku goreke wan heye yan na."

Arzû Îlhan destnîşan kir, ku PDK wehşeta beriya 19 salan kir, îro jî dewam dike û got, "Xuya ye eger hêza PDK'ê hebûya wê komkujiyên ji wê mezintir bikira."

Arzû Îlhan ji rayedaran xwest, komkujiya li Hewlêrê ay 16'ê Gulanê weke Komkujiyê bê naskirin, ji malbatên şehîdan lêborîn bê xwestin û aqûbeta windayan bê şekerekirin.

ÎBRAHÎM MEHMET EMÎN: EW LEHENGÊN BÊNAV ÊN GELÊ KURD IN

Endamê Meclîsa Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê a Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mehmet Emîn da xuyakirin, ku ew bavê Aso Îbrahîm Mehmet Emîn (Pale Silêmanî) yê PKK'yî ye ku kurê wî di 16'ê Gulana 1997'an de li Hewlêrê hat qetilkirin. Emîn ji malbatên kesên ji aliyê PDK'ê ve hatine qetilkirin sersaxî xwest û got, "Ji ber ku wan xizmet ji gelê Kurdistanê re dikirin, PDK'ê ew qetil kir. Yekane sûcê wan ev bû. Ev siyaseta PDK'e hînê bi ti awayî xizmetê ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re nake. Ev helwest xizmetê bi tenê ji dijminên gelê Kurd re dike. Bi taybetî xizmetê ji siyaseta dewleta Tirk re dike."

'KOMKUJIYA HEWLÊRÊ Û DIJBERIYA ROJAVA BERHEMA HEMAN DIJMINATIYÊ YE'

Emîn da xuyakirin, ku hin partiyên Kurd ên li Kurdistanê qet li berjewendiyên gelê Kurd nafikirin û got, "Bi tenê li berjewendiyên xwe difikirin û li ser xwînê hewl didin desthilatdariya xwe biparêzin. Helwesta PDK'ê ya li hemberî şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, îspata sedema pêkhatina komkujiya Hewlêrê ye. Helwesta li hemberî federasyona gelê Rojava, helwesteke dijminane ye. Bêguman diviyabû bi vî rengî nebûya. Federasyona hat ragihandin, ji bo azadiya gelê Kurd gaveke gelekî girîng e. Lê em îro dibînin, bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka ve dixwazin mesajeke siyasî bidin gelê me yê li wir. Partiyeke ku xwe weke partiya herî kevn a Kurd binav dike, divê ne li aliyê dijmin, lê li aliyê eniya demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd cih bigire."

'HEVRÊYÊN MIROVÊN LI HEWLÊRÊ HATIN QETILKIRIN, HEWLÊR JI DAIŞ'Ê PARASTIN'

Emîn da zanîn, ku mijareke din a divê were rexnekirin û şermezarkirin, anîna leşkerên Tirk ji aliyê PDK'ê ve ye û got, "Yekane armanca anîna leşkerên Tirk, şerê li hemberî PKK'ê ye. Wekî din ti armanca xwe nîne. Dema çeteyên DAIŞ'ê xwe nêzî Hewlêrê kirin, yên ku Kurdistan û gelê xwe parastin, gerîlayên PKK'ê bûn. Ne leşkerên Tirk bûn."

'PDK HÎNÊ SIYASETA BIRAKUJIYÊ DIMEŞÎNE'

Emîn da xuyakirin, ku PDK bi anîna leşkerên Tirk plana derbeyeke nû li hemberî PKK'ê dike û got, "Sedema ronînekirina komkujiya Hewlêrê ya 16'ê Gulana 1997'an ev e. Ev yek encama israra di şerê birakujiyê de ye. Divê PDK derhal vî mejî û helwesta xwe biterikîne, lêborînê ji malbatên mirovên di 16'ê Gulanê de qetil kir bixwaze û cenazeyan teslîm bike. Bi dijminatiya li gelê Kurd û bi xizmeta ji bo dijmin, tiştek bi dest nakeve."

...