Ji HPG'ê daxuyaniya li ser teqîna li gundê Sarikamişê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser teqîna lil gundê Sarikamişê daxuyaniyek da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser teqîna lil gundê Sarikamişê daxuyaniyek da.
HPG'ê têkildarî teqîna li gundikê Durumlu yê gundê Sarikamiş ê ser bi navçeya Amed Sûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Li herêma Amedê, hevalên me qemyonek bi madeyên teqemeniyê barkirî ji cihekî dibir cihekî din. Di êvara 12'ê Gulanê de me li gundikê Durumlu yê gundê Sarikamiş ê li navçeya Amed Sûrê dema di rê de bû, hin nokeran hewl dan pêşî lê bigirin. Hevalê di qemyonê de wezîfedar, nasnameya xwe eşkere kir û jê re nebin asteng û xwest biçe. Lê belê ev kesên hem ji wî gundî hem jî ji gundên derdorê hatin, bi wesayîtên xwe dan dû qemyonê û gule berdan qemyonê. Ji ber vê gulereşandinê, funyeyên di qemyonê de teqiya û ev bûyera teqînê rû da. Ev bûyer bû sedem ku her kesên li dora qemyonê jiyana xwe ji dest bidin.
Madeyên teqemeniyê yên li qemyonê hatibûn, bi ti awayî ji bo teqandinê nehatibûn amadekirin. Bi tenê ji bo ji cihekî bibe cihekî din li qemyonê hatibû barkirin. Lê belê, ji ber guleyên lê hatin reşandin ev bûyera tirsnak qewimî. Em ji malbatên mirovên di vê bûyera xemnak de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Lê belê di vê bûyerê de berpirsyar ew kesên gule li qemyonê reşandine. Em dixwazin gelê me bi vê zanibe."