HPG: Li Oremarê 32 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di şerê du rojan ên li Oremarê de herî kêm 32 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di şerê du rojan ên li Oremarê de herî kêm 32 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di şer de 7 gerîla bi berxwedanek lehengtî gihiştine şehadetê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî şerên li Girê Leylak û herêma Oremar a li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê û çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin:

LI OREMARÊ DERBEYÊN GIRAN LI ARTÊŞA TIRK HATIN XISTIN

“13’ê Gulanê danê êvarî balafirên şer girê Şehîd Gafûr ê li qada Oremar a li navçeya Gevera Colemêrgê bi awayekî giran bombe kirin. Piştî bombekirina di nava rojê de, saet 21.00-00.00’an dîsa bomberdûman kirin. Piştî bombekirinan jî 14’ê Gulanê leşkerên TC hewl dan bi dizî bikevin gir. Gerîlayên me ev leşker ji 3 baskan kirin hedef û bi awayekî bi bandor lê dan. Di çalakî û şerên ji nêz ve qewimîn de di baskê yekemîn de 8 leşker, di baskê duyemîn de 3 leşker û di baskê sêyemîn de jî 11 leşker hatin kuştin. Di van şeran de gerîlayekî me gihiştiye şehadetê.

14’ê Gulanê 2 gerîlayên me bi awayekî fedaî dema leşker komî disekinîn çalakî li dar xistine, di vê çalakiya ku gelek leşker hatin kuştin de 2 gerîlayên me jî bi ruhekî fedaî, bi lehengî şehîd ketine.

15’ê Gulanê danê sibehê saet 09.00’an gerîlayên me li hember leşkerên li cihên cuda yên gir de bi cih bibûn pêngavek nû ya çalakiyê dane destpêkirin. Di çalakiyên bi çekên giran, navîn û ferdî de komek gerîlayên me ji nav yekîniyen dijmin hatine derxistin, 3 çeperên leşkeran hatine xistin û rûxandin. Di şerên 3 saetan de 9 leşker hatin kuştin, 3 gerîlayên me jî şehîd ketine. Artêşa TC ji bo hêzên me neçin ser cenazeyan bi awayekî zêde qad bombe kir, hê zêde kuştiyên wan li vir çêbûne.

Pêgerên hewayî yên keşfê ji danê êvarî dest bi keşfê kirine. Di domahiya vê keşfa ku tevahiya şevê dewam kir de balafirên şer jî bi awayekî zêde bomberdûman kirine.

Di encama çalakî û şerên domahiya du rojan dewam kirin de qasî bi çavan hatine dîtin 32 leşker hatine kuştin. Di tevahî şeran de 7 gerîlayên me bi qehremantiyek mezin şer kirine û şehîd ketine. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bêne ragihandin.

ÇALAKIYA GIRÊ LEYLEK

15’ê Gulanê saet 14.30-15.15’an leşkerên artêşa TC yên li ser Girê Leylek ê li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê ketin nav tevgerê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin.

Piştî derbên gerîlayên me, leşkeran ji Girê Sîvrî, Tepê Sor û qûntarên wê û Tepê Doçka da ber obus û hewanan.

15’ê Gulanê saet 15.30-16.00’an, dîsa danê êvarî saet 18.30-19.00’an balafirên şer derdora girên Şehîd Dîren û Şehîd Afad bombe kirin.”