HPG: Di çalakiya li navenda Şirnexê de 6 leşker hatin kuştin

Li navenda Şirnexê, di çalakiyên li hemberî Midûriyeta Emniyetê, Tûgaya Çakirsû û avahiyên dibistan û nexweşxaneyên ji aliyê artêşa Tirk ve weke biryargehê tên bikaranîn de, 6 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand.

HPG'ê di daxuyaniyê de agahî li ser çalakiyên li navenda Şirnexê da û got, "Roja 14'ê Gulanê saet di navbera 22:00-23:00 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê, Tûgaya Çakirsû û avahiyên dibistan û nexweşxaneyên ji aliyê artêşa Tirk ve weke biryargehê tên bikaranîn, hêzên me yên gerîla çalakiyeke berfireh pêk anîn. Di encama çalakiyê de bi qasî ku bi çav hatiye dîtin 6 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi obus û hawanan bombe li qada bejahî barand.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 12'ê Gulanê saet di 19:00 de hêzên me yên gerîlayên YJA Starê, li ser rêya Ûzûntarla-Paxalî ya navbera Dersîm-Erzînganê kontrola rê kirin. Piştî kontrola nasnameyan, der barê pêvajoyê de agahî ji gel re hat dayîn. Her wiha 3 TIR'ên şîrketeke taybet a ser bi AKP'ê ve, hatin şewitandin.

14'ê Gulanê saet di navbera 14:30-15:00 de dozerek artêşa TC, dema li derdora Girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Geverê rê çêdikir bû hedefa çekên giran ên hêzên me yên gerîla. Di encama lêdana derbên giran de, ev karê çêkirina rê hat sekinandin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmên Tepê Sor û Depê Doçka.

Li Girê Şehîd Gafûr ê li herêma Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê, şerê di navbera hêzên me û artêşa TC de rû da, dewam dike. Di vê çarçoveyê de duh danê sibehê bi çekên giran, ferdî û bombeyan li hemberî leşkeran çalakiyek hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên li vir nehat zelalkirin. Di vî şerî de, têkiliya me bi 2 gerîlayên me yên bi rengekî fedaî şer kirin, qut bûye.

Roja 14'ê Gulanê saet di 14:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên TC ên erzaq dibirin ji girê Genîş ê liherêma Şemzînanê, çalakî pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

14'ê Gulanê saet di navbera 10:00-11:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qadên Ranya Pirê û kurê Mİzgeftê yên li herêma Xakurkê barandin."