'HDP wê bi pêngava demokratîk ve rewşa heyî pûç bike'

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs balûken da xuyakirin, ku HDP wê polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê li ser gelên Tirkiyeyê ferz dike, bi pêngava demokratîk ve pûç bikin.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs balûken da xuyakirin, ku HDP wê polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê li ser gelên Tirkiyeyê ferz dike, bi pêngava demokratîk ve pûç bikin.

Balûken der barê helwesta HDP'ê ya li hemberî gefa rakirina destnedanê de ji ANF'ê re axivî.

Balûken bal kişand ser civîna îro ya koma HDP'ê û got, "Di dema nirxandina pêşnûmeyê li komîsyona Destûra Bingehîn de koma AKP'ê bi zanebûn şer kir û hewl da pêşî li bihîstina dengê HDP'ê bigire. Bi vî rengî xwest vê darbeya li meclîsê binixumîne. Ji ber vê yekê, ji mesajan bêhtir dîmenê şer û êrîşên lînçê gihaşt gelên Tirkiyeyê. Lewma, ji bo em nebin aliyekî aloziya li civata giştî û bi gotineke bi bandor manîfestoya demokrasiyê li binê sîwana meclîsê bilêv bikin, em ê her du organên xwe yên partiyê rewşê binirxînin."

'CIHEKÎ ERÊKIRINÊ YÊ BI AKP/QESRÊ VE GIRÊDAYÎ TÊ XWESTIN'

Balûken destnîşan kir, ku mesele ne tenê meseleya rakirina destnedanê ye û got, "Pirsgirêk avêtina tevgera siyasî ya Tirk û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê ji meclîsê ye." Balûken bi vî rengî dewam kir: "Lewma yekser gefê li siberoja demokratîk a gelên Tirkiyeyê dixwe. Bi vê darbeya li hemberî HDP'ê ve tê xwestin, meclîs tasfiye bibe. Tê xwestin, vîn û rêzdariya parlamentê bi temamî ji holê rabe. Cihekî erêkirinê yê ser bi AKP/Qesrê ve dixwazin."

Balûken da xuyakirin, ku AKP hewl dide bi rojeveke çêkirî ve gel bixapîne û got, "Xusûsa em li dij derdikevin rakirina destnedanê nîne. Ya ku em li dij derdikevin zexta li ser meclîsê û bi vê rêbazê ve binpêkirina hemû nirxên hiqûqa neteweyî gerdûnî ye. Em ê pêşniyara HDP'ê ya li ser destnedanê careke din bi raya giştî re parve bikin. Em dixwazin, ji bilî destnedana axaftinê û qanûn danînê, destnedana hemû mijarê din ne ji bo carekê, ji bo her timî bi rengekî mayînde were rakirin. AKP dixwaze bi vî kirasê destnedanê ve dixwaze darbeya xwe binixumîne. Di ser nîqaşa li ser destnedanê re bi mekanîka darbeyê ya Serokwezîr û hikûmet têk bir ve dixwaze meclîsê bi temamî hilweşîne. Li pêşberî me rewşeke bi vî rengî heye."

'TIRKIYE WÊ BERÊ XWE BIDE SÎSTEMEKE DÎKTATORÎ'

Balûken diyar kir, eger ji rewşa heyî endamek bê bidestxistin, erkên rêveberî û qanûndanînê wê di rojên pêş de bi hin qanûnên ji meclîsê werin şandin re, yekser dest li dadgeriyê werdin û got, "Tirkiye wê ber bi sîstemeke yek şexsî ya, yek navendê ve biçe, ku di vê sîstemê de hevsengiya hêzê ya navbera erkan wê qet nebe. Divê em van hemûyan bi xurtî ji gelên Tirkiyeyê re vebêjin. Em şopdarên wê kevneşopiyê ne, ku li dijî feraseta zordar a dewletê bi dayîna berdêlên giran azadî, demokrasî û aştî parastiye. Vê kevneşopiya siyasî, bi ti awayÎ serî li ber zext, komkujî, şîdeta konseptên darbeyê netewandiye."

'WEKE HDP EM Ê VÊ REWŞÊ QEBÛL NEKIN'

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken destnîşan kir, ku nîşandana biryardariya HDP'ê li Meclîsê gelekî girîng e û got, "Encam çi dibe bila bibe, em bi ferasetke ku dixwaze çareseriya siyasî demokratîk bêbandor bikin ve rû bi rû ne. Ji bo pûçkirina vê ferasetê, weke partî em ê i her qadên jiyanê heta dawiyê bi xurtî li ber xwe bidin. Di serî de meseleya Kurd û Elewiyan em di wê baweriyê de ne ku hemû pirsgirêkên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi rêyên siyasî demokratîk dikarin çareser bibin. Em di wê baweriyê de ne ku bi bikaranîna rêyên diyalog û siyasetê ve dikare bên çareserkirin. Yên ku dixwazin vê hêviyê bişikînin, dixwazin şerekî mezin li ser gelên Tirkiyeyê ferz bikin. Weke HDP, nepêkan e em vê qebûl bikin. Çi li Meclîsê çi jî li derve, HDP ji bo pûçkirina vê rewşa heyî, wê di dema pêş de tevî gelên xwe pêngaveke demokratîk nîşan bide."