'Girê Spî bi xwîna şehîdan azad bû'

Serokê Saziya Malbatên Şehîdan Mûstafa Xelîl Hesen diyar kir, Girê Spî bi xwîna şehîdan azad bûye û destnîşan kir, ew nirxên herî mezin in.

Li bajarokê Girê Spî, li dora feraseta rêveberiya xweser a demokratîk hemû beşên civakê xwe bi rêxistin dikin. Yek ji van saziyan Saziya Malbatên Şehîdan e. Komîteya ku ev sê meh in kar dike, xwe gihandiye hemû malbatên şehîdan ên li bajêr.

Serokê Saziya Malbatên Şehîdan Mûstafa Xelîl Hesen da xuyakirin, ku şoreşa Rojava piştî şer û berxwedaneke mezin bi saya şehîdan gihaştiye roja îro û destnîşan kir, garantiya siberoja Rojava ev ruh e. Hesen diyar kir, Saziya Malbatên Şehîdan beriya sê mehan hatiye avakirin û li ser bingeha daxwaz û pêwîstiyên malbatên şehîdan hatiye rûniştandin. Hesen got, "Me hemû malbatên şehîdan ên li Girê Spî li hev civandin û piştî vê civînê me hem sazî ava kir, hem jî rêveberiya wê diyar kir. Em her meh malbatên şehîdan ziyaret dikin. Hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve em alîkariyê didin malbatên şehîdan."

75 ŞEHÎDÊN GIRÊ SPÎ HENE

Hesen da xuyakirin, ku 75 şehîdên Girê Spî hene, lê belê mirovên ji deverên din hatine û ji bo Girê Spî şehîd ketine hejmara wan zêde ye û li ser dokumana şehîdan a bajarok wiha axivî: "Şehîdên Girê Spî ji beşên cuda yên civakê pêk tên û di demên cuda de şehîd ketine. Hem kesên tevlî PKK'ê bûn û di dema ARGK û HPG'ê de şehîd ketine hene, hem jî yên li vê derê li nava refên YPG'ê şehîd ketine hene. Her wiha şehîdên me yên ji pêkhateya Ereb hene ku di bin sîwana QSD'ê de şehîd ketine."

'DAIŞ'Ê GELÊ EREB JI BO XWE WEKE MERTAL BI KAR ANÎ'

Hesen da zanîn, ku roja 27'ê Sibatê DAIŞ'ê di dema êrîşê de gelê Ereb ji bo xwe weke mertal bi kar anî û anî ziman, ji ber vê yekê bi qasî 20 kes di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Hesen destnîşan kir, ku ev jî şehîdên Girê Spî ne.

MALBATÊN ŞEHÎDAN NIRXÊN ME YÊN HERÎ GIRÎNG IN

Hesen da xuyakirin, ku Girê Spî bi xwîna şehîdan hatiye azadkirin û di azadkirina bajarok de xwîna zarokên gel ên ji deverên din hatine jî heye. Hesen got, "Malbatên şehîdên li vir canê xwe dane, ji bo me nirxên herî girîng in. Ji bo azadkirina Girê Spî şervanên YPG/YPJ'ê hem ji Kantona Cizîrê hatin hem jî ji Kantona Kobanê hatin û canê xwe dan. Di vî şerî de bi qasî 25 şervanên YPG/YPJ'ê şehîd ketin. Weke Saziya Malbatên Şehîdan hemû karên me ji bo bersivdayîna pêwîstiyên madî û manewî yên malbatên şehîdan e."