Gerîlayên YJA Starê: Têkoşîna gel û gerîla wê bi ser keve
Gerîlayên YJA Starê bang li Kurdan kir ku li her cihî xwe bi rêxistin bikin û têkoşîneke çalak bimeşînin. Gerîlayan destnîşan kirin, ti ji sîstemên zilmê nikarin li ber têkoşîna gel û gerîla bisekinin û xwestin berxwedan bê mezinkirin.
JIYAN TÊKOŞÎN
BEHDÎNAN
yekşem, 15 gulanê 2016, 07:54
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Erûh diyar kir, ji bo azadiya gelê Kurd gerîla wê heta dawiyê li ber xwe bidin û destnîşan kir, ku ev berxwedan wê roj bi roj bê mezinkirin. Erûh got, "Ji bo vê yekê em ê li çeperan heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Em di dema herî xurt a têkoşîna xwe de ne û di qonaxa dîrokî re derbas dibin. Gel û gerîla, em ê têkoşînê mezintir bikin û siberoja xwe ya azad misoger bikin. Divê neyê ji bîrkirin; serketin wê ya gelê me yê berxwedêr be."
'TI HÊZ NIKARE LI BER VÊ BERXWEDANÊ BISEKINE'
Gerîlaya YJA Starê Denîz Gever da zanîn, ku bi têkoşîna gel a rêxistinbûyî ve azadî dikare bi dest bê xistin û bang li gelê Kurd kir ku li her qadê têkoşînê mezin bike. Gever got, "Divê rêxistinbûyîn bê xurtkirin û têkoşîn bêteredût li her qadê were meşandin. Weke gel em ê berxwedana xwe li her qadê mezin bikin. Eger berxwedana gel û gerîla bi rastî jî bibe yek, wê ti hêz nikaribe li ber bisekine. Jİ ber ku em têkoşîneke mafdar dimeşînin û em xurt in."
'GELÊ KURD WÊ BI SER KEVE'
Gerîla Tara Makû jî got, "Bi PKK'ê ve gelê Kurd ji nû ve hebûna xwe bi dest xist. Em îro di asta azadiyê de ne" û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a gel kir. Makû got, "Gelên ji bo azadiya xwe têdikoşin, ji sedî sed bi ser dikevin. Jİ ber ku ti ji sîstemên zilmê, nikarin li ber têkoşîna gelan a azadiyê bisekinin. Ji ber ku gel mafdar in û vê mafdariya xwe ji dîrok, civak û xwezaya xwe digirin. Li Rojhilata Navîn gelek împaratorî ava bûn, gelek qesrên zilmê hatin avakirin, lê hemû yek bi yek li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelan hilweşiyan."
Makû da xuyakirin, ku divê civak tev; bi jin, mêr, ciwan, extiyar li her derê xwe bi rêxistin bike û got, "Gelê me bi dehan salan ev xeleka zilmê şikand û xwe gihand van rojan. Ji niha û pê ve wê bi têkoşîna xwe ve azadiyê garantî bike."