Gerîla: Zimanê me hebûna me ye

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên li herêma Kerkûkê dan xuyakirin, ku heta mafê bikaranîna zimanê dayikê bi rengekî azad li her qada jiyanê bi dest bixin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên li herêma Kerkûkê bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê girîngiya zimanê dayikê ji ANF'ê re nirxandin.

JI BO ZIMANÊ XWE EM Ê HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE ŞER BIKIN

Viyan Welat: Beriya her tiştî ez vê rojê li Rêberê me ku di oxira zimanê me de têkoşîna herî mezin daye û li tevahiya gel û zarokên Kurd pîroz dikim. Dewletê ji bo pêşî li bikaranîna zimanê me bigire bi salan zext, komkujî û qirkirin li me kir. Li hemberî vê yekê gelê Kurd ti carî serî li ber komkujiyan netewand. Timî têkoşiya. Weke gerîla me ev têkoşîn li çiyê, gelê me jî li bajaran meşand. Ev têkoşîna me hînê dewam dike.

Dewlet bi daxwaza tinekirina zimanê me, li dibistanan polîtîkayên qirkirinê û asîmîlasyonê dimeşîne. Li hemberî vê yekê me timî şer kir û em ê vê têkoşîna xwe her dewam bikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin. Em ji gelê xwe dixwazin ku xwedî li zimanê xwe dekreve. Ji ber ku ziman hebûna me ye.

QEDEXEKIRINA ZIMANÊ ME YÊ DAYIKÊ TÊ WATEYA QEDEXEKIRINA JIYANA ME

Alîşer Kûbîn: Ez vê rojê bi taybetî li pêşengê têkoşîna 45 salan a ziman Rêber Apo û li tevahiya dayikên şehîdan û Kurdistanê pîroz dikim. Ev rojeke girîng e. Zimanê gelekî tê wateya qebûlkirina hebûna wî gelî. Ziman beriya her tiştî ye. Ne axaftina bi zimanê dayikê tê wateya qedexebûna wateya jiyanê.

Îro li Rojhilata Navîn li hemberî Kurdan lîstikên gelekî kirêt tên lîstin. Bi taybetî li ser ziman dek û dolab tên gerandin. Polîtîkayên şer tên emşandin. Ji aliyekî ve bi Tirkî, li aliyê din jî bi zimanê Erebî hewl didin zarokên me ji 4 salî û pê ve asîmîle bikin. Zarokan êdî dikin zarokên dewletê, zarokên sîstemê. Girîng e gelê Kurd di vî warî de hay ji xwe hebe û teslîmî wê sîstema kirêt nebe. Zarok hînê baş bi zimanê xwe hîn nabe, neçar tên iştin bi ziman û çandeke din hîn bibin. Pêwîste gelê Kurd li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst hişyar be.

Me hemûyan li Bakurê Kurdistanê dît bê dewleta nîjadperest û faşîst ji bo serî li Kurdan bitewîne çi dike. Rêbaza herî wehşî ya vê yekê li Cizîr, Nisêbîn, Amed û gelek cihên din nîşan da. Dibêjin 'ya hûn ê teslîm bibin yan jî em ê we bişewitînin'. Ji xwe ji gelê Kurd re dibêjin 'ya hûnê serî bitewînin, yan jî serê we wê bê jêkirin'.

Em jî weke gerîlayên YJA Star û HPG'ê dibêjin; em ê ne serî bidin ne jî serî bitewînin. Em ê vê berxwedana xwe jî hem weke gel hem jî weke fedaiyên vÎ gelî heta dawiyê bi biryardarî bidomînin.