Gelê Şengalê: PKK nebe, em jî nînin
Êzidiyên ku tevî hemû zehmetiyan xwe li çiyayê Şengalê digirin gotin, "Sedema hebûn û mayîna me PKK û YBŞ ye. Eger ew hêz biçin em ê jî Şengalê bihêlin û ji vir derkevin."
Êzidiyên ku tevî hemû zehmetiyan xwe li çiyayê Şengalê digirin gotin, "Sedema hebûn û mayîna me PKK û YBŞ ye. Eger ew hêz biçin em ê jî Şengalê bihêlin û ji vir derkevin."
Êzidiyên ku tevî hemû zehmetiyan xwe li çiyayê Şengalê digirin gotin, "Sedema hebûn û mayîna me PKK û YBŞ ye. Eger ew hêz biçin em ê jî Şengalê bihêlin û ji vir derkevin."
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, di 11'ê Nîsanê de li bajarokê Dihêle yê Duhokê, hin welatî û pêşmergeyên Êzidî li hev civandibû û ji wan xwestibû, ku zextê li PKK'ê bike ji bo ji Şengalê derkeve. Civaka Êzidî ya li Şengalê ye, nerazîbûneke tund nîşanî vê nêzîkatiya Barzanî da û destnîşan kir, ku nabe PKK ji Şengalê derkeve.
Welatiya bi navê Hediye li ser mijarê got, "Em naxwazin PKK ji Şengalê derkeve. Ji ber ku gelekî alikariya me kir. Heya niha jî rê li ser me girtiye û PKK ji bo me hemû pêdiviyên rojane tîne. Em dixwazin PKK li cem me bimîne. Eger ne PKK bûya wê îro kesekî Êzidî li Şengalê nejiya. Em qebûl nakin kesek li ser PKK’ê baxive. PKK'ê ji bo me bi dehan şehîd da."
GELÊ ŞENGALÊ: EGER PKK DERKEVE, EM Ê JÎ DERKEVIN
Welatiyê Şengalê Xelîl Nayîf nerazîbûn nîşanî PDK’ê û diyar kir, YBŞ'ê karekî mirovane kiriye û heya vê kêliyê jî ti zerarê wan ne gihiştiye civaka li Şengalê. Nayîf wiha pêde çû: "Ji ber wê em spasiya YBŞ'ê dikin û bejina xwe li hemberî şehîdên YBŞ'ê ditewînim. Kesekî wekî YBŞ'ê me ne dît di hundirê Şengalê de em parast. Heya pêwistiyên rojane li gorî derfetên xwe didin me. Heya avê ji bo me dîtin malan. Kesê ku me rizgar kirî, me parastî û alikariya me kir, em bi dil û can li gel wan in. YBŞ baweriya me pê tê, ji ber ku ew ji civaka me ye. Heya niha jî yê ku gund û herêmên me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin YBŞ’e ye. Kesekê qasî wan şehîd û bedel ji bo axa me ne daye." Nayîf got: "Em bi ti awayî naxwazin PKK derkeve. Ew nebin em jî tine ne. Eger PKK derkeve em ê jî derkevin."
Dayikên Şengalê yên ku ne xwestin navê xwe bêjin jî wiha gotin: "Kî parastina me dike û kî alikariya me dike em dixwazin ew kes li Şengalê bin. Dîsa wekî caran din mîna PDK'ê me nefiroşin. Kesên baş em li pey wan in. Em naxwazin PKK derkeve, eger ne ji PKK'ê bûya em em li vir nedijiyan. PDK'ê em di Şengalê de hişt û reviya. Heya dawiyê ferman li ser me rakir."
Welatiyê bi navê Elî Şemo Derwêş wiha peyivî: "Beriya xwarinê, av û hemû pêwistiyên jiyanî, sedî sed gelê niha li Şengalê dixwaze kesên ku hevkarê komkujiya 3’ê Tebaxê ne werin dadgeh kirin. Ew kesên xayîntî li me kirin û bazdan eger hatin dadgeh kirin wê demê wê dilê me Êzidiyan xweş be."
Derwêş bal kişand ser berxwedanî û qehremantiya YBŞ’ê jî û diyar kir ku kesên bi qehremantî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û derbeyên giran li wan dixin tenê şervanên YBŞ ne û got: "Piştî vê fermanê em naxwazin hêza me YBŞ ji Şengalê were derxistin. Em Êzidî dixwazin bi xwe parastina xwe bikin. Em ê ji zarokên xwe yên nû tê ser rûyê dinê re bêjin kesên xiyanet li we kirin û yên ku Şengal parastî qet û qet ji bîr nekin."
Derwêş bi hêrseke mezin nerazîbûn nîşanî gotinên 'Bila YBŞ derkeve' da û got, "Kesên ku me parast û qencî li me kir, em ê çawa wan derbixin. Ev gotin bi serê zarokên biçûk nakeve. Eger zarokên min bipirsin û bêjin, 'bavo ew kesên xwarin danî û parastina me dikir çima êdî nayên mala me?', ezê çawa bêjin zarokên xwe me ew bi destê xwe derxistiye."
Derwêş destnîşan kir ku ew kesên niha dibêje Şengal ya me ye û xwedî lê derdikevin jî wiha got: "Çima dema ku ferman rabû û ewqas Êzidî hatin qetil kirin hûn xwedî li Şengalê derneketin, îro hûn bi rûyî tên xwedî li Şengalê der dikevin. Di dema pêwistiyê de Şengalê ne ya te bû, wê di demê baş û firehiyê de jî xwedî li Şengalê dernekevin. Bila kesek nebêje Êzidî saf in, ew kesê xayîntî jî kirin û em jî parastin em baş nas dikin."
Derwêş herî dawî diyar kir ku ew kesê ji Şengalê reviyan û piştre bi yek telefonê carek din vegerandî heya mirinê baweriya wan pê nayê.