Ev du meh in agahî ji girtiyan nayê wergirtin

Li Şirnexê, ji destpêkirina êrîşên qirkirinê û vir ve mafên hevdîtin û ragihandinê yên girtiyan hatine birîn û girtiyên birîndar nayên dermankirin. Ev du meh in agahî ji van girtiyan nîne.

Li Şirnexê, bi destpêkirina êrîşên qirkirinê re, ku di bin navê 'qedexeya derketina derve' de roja 14'ê Adarê destpê kir, ketin û derketina bajêr hat qedexekirin. Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ku kapasîteya wê ji bo ragirtina 800 kesî ye, têkilî bi girtiyan hatiye birîn. 300 jê girtiyên siyasî bi giştî hezar girtî û hikumxwar lê tên ragirtin.

Ji ber ku mafên ragihandin û hevdîtinê yên bi girtiyên siyasî û mehkûmên edlî ji wan hatine girtin, agahî ji girtîgehê nayê wergirtin. Girtî û hikumxwar ji 8'ê Adarê û vir ve nikarin mafê xwe yê telefonê bi kar bînin. Her wiha ji 14'ê Adarê roja destpêkirina êrîşan û vir ve girtî nikarin bi malbat û xizmên xwe re hevdîtinê bikin.

Tevî ku dema rûniştina doza wan derbas bûne jî girtiyan dernaxînin pêşberî dadgehê. Mafê parastinê yê bi rêbaza SEGBÎS'ê jî nayê hiştin bê bikaranîn.

Li ser rewşa tenduristiyê û pêdiviyên girtiyan, ev du meh in parêzer serlêdanê dikin, lê ti agahiyan nikarin bigirin.

Li gorî agahiyên ji parêzerên girtiyan hatine wergirtin, revîra li girtîgehê nayê xebitandin û ji ber ku nahêlin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê nexweşan qebûl bike, girtiyên nexweş û birîndar nayên dermankirin.